ŞIRNEX – Koçerên ji herêma Şirnexê çûn zozanan bi destpêka sermaya hewayê re vedigerin warên xwe. Li navçeya Hezexê koçeran konên xwe vedane û jiyana xwe didomînin.
Koçerên ji navçeya Hezexê ya Şirnexê 6 meh berê çûbûn zozanên navçeyên Miks, Şax û Payîzavayê yên Wanê. Bi destpêkirina hewaya sar re koçer ji zozanan vedigerin warê xwe navçeya Hezexê. Koçer li gundewarên Hezexê di konana de jiyana xwe didomînin û bi sewalkariyê debara xwe dikin. Koçer 6 mehê salê li deştê û 6 mehên salê jî li zozanan sewalkariyê dikin. Koçer çanda bi hezarên salan a koçeriyê li ser pêya zindî dihêlin.
JIN ZIVISTANÊ JÎ NASEKININ
Jinên koçer li aliyekî li bêrîvaniyê dikin li aliyekî jî zarokên xwe xwedî dikin. Li herêmê 9 malbat bicih bûne û bi 150 hezar lîreyî cihê lê dimînin kirê kirine. Jin li ser pişta keran êzingên ji aliyê zilaman ve tên birîn dikişînin û hem ji bo çêkirina xwarinê û hem jî ji bo germkirinê dişewitînin. Ji ber ku di vê demsalê de bêrîvanî nîne, jin bêtir xwedîkirina berxikan eleqedar dibin.
Şivan serê sibê bi hezaran pez dibe çolê û êvarê tînin. Zilam dîwaran qewîn dikin û karê dermankirina sewalan dikin.
‘ZOZAN XWEŞ IN’
Ji jinên koçer Hatîce Tatli (68) da zanîn ku ji roja ew çêbûye zozan biz ozan digerin û jiyana wê wisa didome. Tatli anî ziman ku wan îsal li Zozanên Feraşînê danîne û got: “Li zozanan xwarina nan û avê jî xweş e. Tehma wê heye. Hewa zozanan hênike û xweş e. Havînê sewal li cihên wek Hezexê îdare nakin. Koçertî her çiqas zor be jî lê bûye terzê jiyana me. Zivistanê sar e lê dîsa jî em di van konan de dijîn. Em 12 mehên salê sewalkariyê dikin.”
‘KOÇERTÎ JIYANA ME YE’
Tatli da zanîn ku ew ji niha ve bêriya zozanan dikin û got: “Hewa germ dibe nabe em li vir nasekinin û diçin. Çûyîna me ya zozanan meha nîsanê dest pê dike. Dema ev dever germ dibin sewalên me nikarin bijîn. Sewal nexweş dikevin. Koçertî jiyana me ye. Heke em koçeriyê nekin em ê nikaribin li jiyanê bisekinin.”
JI NIHA VE ZOZAN TÊN BÎRA WAN
Reşîş Guleş (60) jî diyar kir ku ew ê 4-5 mehan li Hezexê bisekinin û bi germbûna hewayê re dê dîsa bikevin ser rêya zozanan û wiha got: “Em ji bo debara xwe sewalan xwedî dikin. Têkoşîna jiyanê ya li zozanan zehmet e. Li cihê em lê datînin çûnehat zor e û pirsgirêka avê heye. Em ji bo siberoja zarokên xwe di nava van şertan de dixebitin.”
MA / Mujdat Can