EDENE – Li Edeneyê ji ber gorên zarokên wan doz li 3 malbatan û li 2 hosteyê mermer bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” hat vekirin.
Li navçeya Seyhana Edeneyê di çileya 2018’an de bi angaşta “Propaganda rêxistinê dikin” gorên li Goristana Kuçukoba ya navçeyê ji Navenda Ragihandina Serokwezîriyê (BÎMER) hatin gilîkirin. Nasnameya yên gilî kirine ne diyar e. Di dawiya îxbarê de Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derbarê goran de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê polîsan li goristanê lêkolîn pêk anî. Di dema lêkol^nê de kêlikên gorên Ozgur Ertan, Azad Çakar û Bedrettîn Akdenîz hatibûn şikandin.
LI 2 HOSTE Û 3 MALBATAN DOZ VEBÛ
Di encama lêpirsînê de dozgeriyê derbarê hosteyên mermer ên gor çêkirine Î.V. û U.V. ên birayên hev û bavê Ertan Abdulhakîm Ertan, bavê Çakar, Mehmet Çakar û dayika Akdenîz, Sebaîha Akdenîz bi anaşta “propaganda rêxistinê kirine” angaştname amade kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê angaştname qebûl kir û bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” doz vekir.
Danişîna ewil a dozê dê di 12’ê kanûnê de li Dadgeha Edeneyê were dîtin. Dadger her 5 kesan bi angaşta “Îşaret û remzên PKK/ KCK/ YPG’ê hene” sûcdar dike. Wêneyên li ser goran jî wek sûc hatine dîtin.
MA / Hamdullah Kesen