WAN – Endamê Komîsyona Koçberî û Sitargehê ya Baroya Wanê parêzer Mahmut Kaçan got: “Hin kesên jiyana penaberan ji xwe re dikin hedef, ‘li ser cesede wan’ şêlandinê pêk tînin. Me tespît kir ku piştî penaber ya dimirin an jî hêj sax in tên şêlandin.”
Her sal bi hezaran penaber tên Wanê û vê derê ji xwe re wek sitargeh dibînin. Penaber di serî de ji Afganîstan, Pakîstan û Îranê û gelek welatên din tên Wanê. Mirov dikare bêje ku Wan bûye goristana penaberan. Li gorî qeydên Walîtiya Wanê di 8 mehên sala 2019’an de 25 hezar penaber dema xwestine derbasî Wanê bibin li ser sînor hatine girtin. Li gorî qeydan di nava salekê de ji sed kesî zêdetir jiyana xwe ji dest daye. Di vê demsala bihara derbas bû de li navçeya Qelqelî, Seray û Ebexê bi helandina berfê re cenazeyê 50 penaberan hat dîtin. Her wiha di qezayê li bajêr de qewimîn jî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 18’ê tîrmehê de li Qelqeliyê dolmîşek qelibî û 17 penabarean jiyana xwe ji dest da.
DI ŞERTÊN XERAB DE DIJÎN
Baroya Wanê di salê de lêkolînan kir û xwe gihandibû 25 cenaze li sînorê Elbakê û 15 cenaze jî li sînorê Ebexê. Penaber li navenda Wanê jî di nava şertên ne mirovî de dijîn. Penaberên serlêdanên wan ên koçberiyê nayên qebûlkirin li Navenda Paş de Vegerandinê tên rawestandin. Penaberên serlêdanên wan tên erêkirin jî di serî li otogarê, konteynir, kon û cihên hilweşandî de dijîn.
‘PENABER BI REWŞEK MATMAYÎ RE RÛ BI RÛ NE’
Endamê Komîsyona Koçberî û Sitargehê ya Baroya Wanê parêzer Mahmut Kaçan got: “Hin kesên jiyana penaberan ji xwe re dikin hedef, ‘li ser cesede wan’ şêlandinê pêk tînin. Me tespît kir ku piştî penaber ya dimirin an jî hêj sax in tên şêlandin. Em ji bo penaberan têkoşîna hiqûqî birêve dibin. Penaberên li Wanê ji qerisandinê rizgar dibin, li Egeyê difetisin. Yanî rewşên ku mûyê canê mirov dikin şûjin û matmayî diqewimin. Divê rewşa penaberan di destê hikumetê de wek çekekê bikar neyne. Erişên nefretê û nijadperestî yên li dijî penaberan derketiye asta herî bilind û ev yek nayê qebûlkirin.”
MA / Ozlem Yayan