AGIRÎ – Cîgirê Serokê Baroya Agirî Vural Kaya da zanîn ku haya wan ji qedexeya walîtî li bajêr radigihîne nîne û beriya qedexe were ragihandin divê du roj berê ji sazî û raya giştî re were ragihandin.
Walîtiya Agiriyê ji Hezîrana 2019’an ve heta niha ji 15 rojan carek li bajêr qedexeya çalakî û şahiyan radigihîne. Hat gotin ku Walîtî vê biryara qedexeyê tenê ji HDP’ê re radigihîne. Cîgirê Baroya Agirî Vûral Kaya biryara qedexeyê nirxand û anî ziman ku ev biryar di malpera înternetê ya Walîtiyê nayê ragihandin û ew ji vê biryarê bêagahî ne.
'QANÛNAN BAŞ BIRÊVE NABIN’
Kaya destnîşan kir ku her kes xwedî mafê destûra bingehîn ên li darxistina çalakî û şahiyan e û got: “Lê mixabin îdareya bajêr ji van mafan re dibe asteng. Ev jî vê yekê nîşanî me dide heke qanûn ne di destên rêveberên baş de be, dema wisa be ev yek jî tu demê qanûn baş nayên sepandin. Lê qanûnek çiqas ne baş be jî lê di destê rêveberên baş de be, di warê mafên mirovan de mirov dikare jê sûd werbigire. Rayedarên bajêr li gorî biryarên astengiyê derdixe. Yanî dixwazin bibe rewşek asayî. Yanî tiştên îstîsna ne asayî dikin.”
‘DIVÊ TENÊ JI HDP’Ê RANEGIHÎNIN’
Kaya anî ziman ku rayedarên bajêr beriya biryarê bi 2 rojan divê mijarê ji saziyên peywendîdar û raya giştî re ragihîne û ev yek dema pêk neyê tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Kaya da zanîn ku xala 11’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran ji ber binpêkirinê vê yekê mehkûm kiriye û got: “Qedexeyê tenê ji HDP’ê re radigihînin. Ev yek ne tê qebûlkirin û ne jî aliyek wê bê qebûlkirin heye. Divê di vê mijarê de agahiya baroyê jî jê hebe û gelek tişt dikarin baro birêve bibin.”