AMED – Înîsîyatifa Heq, têkildarî zarokên dayikên tevî zarokên xwe girtî daxuyanî da û diyar kir ku li Girtîgehên Tirkiyeyê 780 zarok tevî dayikên xwe girtî ne.
Înîsiyatifa Heq, têkildarî dayikên ku tevî zarokên xwe li Girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne daxuyanî da. Înîsiyatifê bi sernavê “Cihe zarokan mal e, ne girtîgeh e." daxuyanî da û anî ziman ku li gorî daneyên ne fermi heta meha Mijdara 2019'an li girtîgehên Tirkiyeyê 780 zarok girti ne.
KAPASÎTEYA KAWÎSAN 3 QAT ZÊDE BÛN
Înîsiyatifa Heq, diyar kir ku kapasîteya kawîsan 3 qat zêde bûne û li kawîşên girtîgehan zexta derûnî û lêgerîna bê ser ber zêde bûye. Înîsiyatifê anî ziman ku girtiyan diyar kirine ku pirsgirêka germkirina kawîşan heye û havînî jî pirsgireka hênikbûnê heye û wiha cih dan daxuyaniyê: "Girtiyan da zanîn ku pirsgirêka ava paqij heye û nikarin sûdê ji ava paqij bigirin. Dîsa girtiyan anîn ziman ku bi qasî pêdiviyên wan ava germ nadin wan. Wan ji mafê wan ê hevpar û civakî bêpar dihêlin. Ji mafê tenduristiyê bê par dimînin. Dema diçim bijîşk muayîne dibin jî tevî kelepçeyan diçin muayine dibin. Girtiyan destnişan kirin ku gardiyan wekî mirovan nêzî wan nabin.