STENBOL - Nûçegîhanên ajansa me Rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglu di 29'ê mijdarê de dema ji buroya ajansê derketin hatin binçavkirin û 2 rojin di bin çavan de ne. Parêzeran piştî 48 saetan bi Rojnameger Eser û Topaloglu re hevdîtin kirin. Parêzeran diyar kirin ku rewşa wan baş e.
Nûçegihanên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Toplaoglu di şeva 29'ê mijdarê de dema ji buroya ajansê derketin, ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Der barê nûçegîhanên me û rojnameger Eser û Topaloglu de heta 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzer anîbûn. Parêzeran îro piştî 48 saetan bi nûçegîhanên me û rojnameger Eser û Topaloglu re li Şaxa TEM'ê ya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê hevdîtin kirin. Parezeran, diyar kirin ku rewşa Eser û Topaloglu baş e. Parêzer anî ziman ku dema di 29'ê mijdarê de saet di 18.00'an de li restorandekê xwarin dixwarin, polîsan bi hinceta der barê wan de biryara binçavkirinê heye, ew binçavkirine û piştî kontrola tipa edlî, ew birine Şaxa TEM'ê ya Stenbolê. Parêzeran, dan zanîn ku rewşa Eser û Topaloglu baş e. Parêzeran diyar kirin ku silavê wan ji hemû hempîşeyên wan re heye. Parêzeran bilêv kirin ku Eser û Topaloglu xwestine ku karê xwe asteng nekin û nivisandina xwe berdewam bikin.
Parêzen diyar kirin ku ji ber der barê dosyayê de biyara veşartinê heye, têkildarî naveroka dosyayê nebûne xwedî agahî. Parêzeran bilêv kirin ku li bendê ne ku duşem an jî sêmeşê wan sewî dadgehê bikin.