STENBOL – Dest danîn ser pasaporta Rojnameger Hasan Cemal û derketina wî ya derve qedexe kirin.
Polîsan li balafirgeha Stenbolê, dest danîn ser pasaporta Rojnameger Hasan Cemal û derketina wî ya derve qedexekirin. Dema Rojnameger Hasan Cemal xwest biçe Berlinê sere sibê çû Balafirgeha Stenbolê, fêr bûn ku dest danîne ser pasaporta wî. Li gorî nûçeay T-24’an, polîsan li balafirgehê polîsan dest danîne ser pasaporta Cemal û teblîgata ku qedexeya derve di 11'ê Mijdara 2019'an de hatiye dayîn dane wî.