AGIRÎ - Walîtiya Agiriyê, 15 rojan carekê li bajêr çalakiyan qedexe dike û vê biryara xwe jî bi rêya polîsan tenê radigihîne HDP'a Agiriyê. Hevserokê HDP'a Bajêr Melîk Ozmuş, anî ziman ku divê biryar bi raya giştî re bê parvekirin, lê walîtî tenê teblîxî partiya wan dike û got, ev yek jî nîşan dide ku ev biryar tenê ji bo partiya wan tê girtin.
Her çend Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hatibû îlankirin bi dawî bûbe jî, lê belê li hin bajarên hin herêman hîn jî didome û li van bajaran 15 rojan carekê çalakî tên qedexekirin. Yek ji van bajaran jî Agirî ye. Walîtiya Agiriyê, 15 rjan carekê çalakiyên li bajêr qedexe dike û vê biryara xwe tenê teblîxî HDP'a bajêr dike.
Hevserokê HDP'a Agiriyê Melîk Ozmuş, destnîşan kir ku her cara qedexe tê ragihandin walîtî bi rêya polîsan ji wan re tînin û got: "Mafê me yê propagandayê jî tê qedexekirin. Em behsa welatekî ku bi dadger, dozger, walî û hêzên dewletê bûye 'Tirkiyeya AKP'ê' dikin."
TENÊ JI HDP'Ê RE TÊ ŞANDIN
Ozmuş, destnîşan kir ku Walîtiya Agiriyê qedexeyên li bajarên derdorê tên îlankirin wekî hicnet nîşan dide û got: "Ji meha Hezîranê, bi awayekî rûtîn 15 rojan carekê teblîxata qedexekirina ji bo çalakiyan ji rêxistina me ya bajêr re tê şandin. Ev teblîxat tenê ji me re tê şandin. Ev jî nîşan dide ku qedexe tenê ji bo me tê danîn û biryareke polîtîk e. Li Agiriyê, ji xeynî HDP'ê gelek saziyên sivîl û partî hene, lê tenê ji me re tê şandin. Li Agiriyê, AKP'a bajêr bi rihetî çalakiyên xwe dike."
'TIRKIYEYA AKP'Ê'
Ozmuş, anî ziman ku ew dixwazin di şîn û şahiyan de tim li cem gel bin, lê belê niha nikarin biçin taziyeyan jî. Ozmuş, got: "Lê em ê li ber van polîtîkayan serî netewînin. Her roj li hemberî HDP'ê operasyonên siyasî tên kirin. Bi dehan hevalên me tên binçavkirin û girtin. Çawa zemîneke hiqûqaî ya jib o tayînkirina qeyûman tuneye, ji bo van girtin û qedexeyan jî tuneye. Em behsa welatekî ku bi dadger, dozger, walî û hêzên dewletê bûye 'Tirkiyeya AKP'ê' dikin."
MA / Dîndar Karataş