ENQERE – Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî gotibû, "Kurdistan û Laziztan tuneye." Her çend Bahçelî înkar bike jî, lê belê di budçeya 2020'an de ji bo mîratgirên parlementerên Lazistanê meaş tê dayîn.
Di budçeya 2020'an de ji bo 32 warîsên Endamên Heyeta Temsîlî ya Kongreya Sêwazê û Parlementerên Serdema Yekemîn a Meclîsê jî meaş hat diyarkirin. Di nav warîsên meaş ji bo wan hat veqatindin yek jê jî keça Parlementerê Serdema Yekemîn ê Lazistanê Zeynel Abîdîn Atak Nazli Sevda Başbûgoglû ye.
BAHÇELÎ GOTIBÛ 'KURDISTAN Û LAZISTAN TUNEYE'
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, berê navê "Lazistanê" înkar kiribû û di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî ya di 10'ê Hezîrana 2019'an de gotibû: "Li Tirkiyeyê Kurdistan û Lazistan tuneye."
Her wiha di sala 2018'an de di guherîna di Tuzuka Hundirîn a Meclîsê de wiha hatibû gotin: "Bikaranînan nav û bernavên derî Qanûna Bingehîn û qanûnan sûc e." Têkildarî vê, li gelek parlementerên HDP'ê yên gotin "bajarên kurdan" û "Kurdistan" ceza hatibûn birîn.
Lê belê li hêlekê tune tên hesibandin û li hêla din jî di Budçeya 2020'an de navê "Lazistanê" cih digire.
Di budçeya 2020'an de ji bo van kesan meaş hat diyarkirin:
“Atîla Ulkumen, kurê Parlementerê Serdema Yekemîn Ahmet Hamdî Ulkumen
Ayten Danişman, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Asim Mohurdaroglû
Gulten Suel, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Asim Mohurdaroglû
Gonul Soysallioglû, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Îsmaîl Suphî Soysallioglû
Fatma Guner Ozalp, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Kazim Ozalp
Kûmrû Ormanlar, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Sabît Gozugeçgel
Mûzaffer Mûmcû, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Siddik Mûmcû
Zeynep Belma, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Server Ahıskaatabekogûllari
Lutfiye Nesrîn, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Server Ahiskaatabekogûllari
Mûcîzat Dîvrîngî, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn ê Çorûmê Îsmer Eker
Nazli Sevda Başbûgoglû, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn ê Lazistanê Zeynel Abîdîn Atak
Zehra Ersu, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Zeynel Abîdîn Bayhan
Fatma Kamûran Altan, keça Parlemenerê Serdema Yekemîn Mûstafa Hîlmî Soydan"
MA / Selman Guzelyuz