WAN – Di sala 2016'an de li Midûriyeta Emniyetê ya Payîzavayê, îşkence li Koçer Sason Yapici hatibû kirin. Lê belê Yapici, bi tawanbariya "heqaret li karmendê peywirdar kiriye" û "nehiştiye peywirdar peywira xwe bike" hatibû sûcdarkirin. Doz bi dawî bû û sal û 7 meh ceza li Yapici hat birîn.
Di 22'yê Tîrmeha 2016'an de li têketina navçeya Payîzava ya Wanê polîsan wesayîta aktivîstê mafên mirovan Koçer Sason Yapici dabû sekinandin û wî biribûn midûriyeta emniyetê ya navçeyê. Li midûriyeta emniyetê Yapici hatibû derbkirin û îşkence lê hatibû kirin. Piştî bûyerê Yapici giliyê amîrê emniyetê M.A.K. kiribû û bi tawanbariya "birîndarkirinê" doz li M.A.K. hatibû vekirin. Her wiha Yapici de jî bi tawanbariya "heqaret li karmendê peywirdar kiriye" û "nehiştiye peywirdar peywira xwe bik" hatibû sûcdarkirin.
'Ê HAT ÎŞKENCEKIRIN EZ BÛM, LÊ Ê CEZA LÊ HAT BIRÎN DÎSA EZ IM'
Lê belê di îaidnameyê de hat gotin ku Yapici di dema binçavkirinê de heqaret li polîsan kiriye û ew derb kirine.
Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya Payîzavayê pêk hat. Piştî deh danişînan dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê derbarê amîrê emniyetê M.A.K. de biryara beraatê da û ji bo vê jî got, ji bo tiştên pê tê tawanbarkirin delîl û tiştine berbiçav tunene.
Lê belê dadgehê li Yapiciyê ku bi saetan hat derbkirin jî, sal û 7 meh ceza birî.
Yapici, ji bo biryara dadgehê got: "Niha em di serdemekê ku hiqûq bûye amûreke siyasetê de ne. Li herêmê hiqûq, tenê ji bo fihêtkirina sûcên hêzên dewletê dixebite. Ev jî dibe sedema ku hêzên dewletê bêtir sûc bikin. Ez parazvanekî mafên mirova me. Mafên min ji hêla hêzên dewletê ve hatin xespkirin û ez hatim îşkencekirin. Me ev yek bi belgeyan îspat jî kir, lê dîsa jî dadgeh ji bo hêzên dewletê xebitî. Ê hat îşkencekirin, ê hat derbkirin ez bûm û ê ceza lê hat birîn jî ez bûm." Bi vî awayî tê xwestin ku mirov bên tespisandin."
WÊ ÎTIRAZ BIKE
Yapici, destnîşan kir ku ew ê îtiraz bike û got: "Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin, divê têkoşîna ji bo mafan û demokrasiyê bê bilindkirin. Em ê îtiraz bikin."
MA / Adnan Bîlen