MÊRDÎN – Di sala 2015'an de polîsê bi navê Suleyman Esenboga, li Qoserê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuştibû. Di doza hat kirin de, 10 sal ceza li polîs Esenboga hatibû birîn. Dadgehê, di biryara xwe de got: "Tûran, hedef hatiye girtin."
Di 28'ê Tebaxa 2015'an de li Qosera Mêrdînê, polîsê bi navê Suleyman Esenboga bi îdiaya guh nedaye hişyariya "raweste", Mazlûm Tûran ê Mardin’in K salî kuştibû. Di doza hat kirin de Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê 10 sal ceza li Esenboga birîbû. Dadgehê, biryara xwe ya ji bo ceza aşkere kir.
Dadgehê, di biryara xwe de anî ziman ku polîsan dikaribû Tûran rawestîne û got, lê belê Tûran hedef hatiye girtin.
Parêzerê malbata Tûran Parêzer Erdal Kûzû, biryara dadgehê nirxand. Kûzû, bibîr xist ku li herêmê 15 bûyerên bi vî rengî pêk hatine û ev biryar ji bo van bûyeran biryareke girîng e. Kûzû, destnîşan kir ku heta niha di bûyerên bi vî rengî de polîtîkayeke bêcezatiyê pêk dihat û got, cezayê di bûyera Tûran de hatiye birîn her çi qas hindik be jî lê belê biryara hatiye girtin girîng e û got: "Nexasim bi salan e li herêmê di bûyerê bi vî rengî de dadgehan xwe dispart PVSK'ê û derbarê hêzên dewletê de biryarên beraatê didan. Lê belê di vê dozê de dadgehê çalakiya polîsê bersûc di çarçoveya PVSK'ê de nenirxandiye, loma biryareke girîng e û dibe bibe emsal. Lê wê di warê hiqûqî de îtirazên me bidomin."
MA / Ahmet Kanbal