* Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat avakirin. Hevserokê komeleyê Eyup Guven, anî ziman ku ew ê di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de alîkariya nivîskaran bikin.
* Di sala 2015'an de polîsê bi navê Suleyman Esenboga, li Qoserê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuştibû. Di doza hat kirin de, 10 sal ceza li polîs Esenboga hatibû birîn. Dadgehê, di biryara xwe de got: "Tûran, hedef hatiye girtin."
* Di sala 2016'an de li Midûriyeta Emniyetê ya Payîzavayê, îşkence li Koçer Sason Yapici hatibû kirin. Lê belê Yapici, bi tawanbariya "heqaret li karmendê peywirdar kiriye" û "nehiştiye peywirdar peywira xwe bik" hatibû sûcdarkirin. Doz bi dawî bû û sal û 7 meh ceza li Yapici hat birîn.
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo şahiyeke xwe gazî hunermend Îlyas Arzû û Kadîr Çat kiribû. Lê belê Walîtiya Êlihê bi hinceta 'qeydên wan ên sûcî' hene nehişt her du hunermend derkevin ser dikê. Hunermendan got: "Lê em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin."
* Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî gotibû, "Kurdistan û Laziztan tuneye." Her çend Bahçelî înkar bike jî, lê belê di budçeya 2020'an de ji bo mîratgirên parlementerên Lazistanê meaş tê dayîn.
* Vedat Kalin ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ragihand ku, ava vexwarinê qirêjî ye û ji ber vê nexweş ketine, lê belê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
* Walîtiya Agiriyê, 15 rojan carekê li bajêr çalakiyan qedexe dike û vê biryara xwe jî bi rêya polîsan tenê radigihîne HDP'a Agiriyê. Hevserokê HDP'a Bajêr Melîk Ozmuş, anî ziman ku divê biryar bi raya giştî re bê parvekirin, lê walîtî tenê teblîxî partiya wan dike û got, ev yek jî nîşan dide ku ev biryar tenê ji bo partiya wan tê girtin.
* Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelî li salona Dahwetê ya Dersimê kongreya xwe pêk bînin. (12.00)
* Meclîsa HDK'ê ya Îzmirê dê 10'emîn Kongreya xwe li avahiya HDP'ê ya Îzmrê pêk bînin. (14.00)