AMED - Hevserokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn di panela “Tevgera Maf a Kurd û Parêzer Tahir Elçi” de diyar kir ku Tirkiye goristana cinayetên parêzeran e û wiha berdewam kir: “Dîroka hiqûqa Tirkiyê dîroka cînayetên parêzeran e û hema bêje hemû jî kiryarên ne diyar in. Saziyên dewletê bi qasî salekê we dişopînin. Hûn çi bikin tê qeyd kirin lê cinayet nayê çareserkirin. Weke yê Tahir Elçî.”
Baroya Amedê û Vakfa Tahîr Elçî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê, bi minasebera salvegera kuştina Tahir Elçî panela “Tevgera Maf a Kurd û Parêzer Tahir Elçi” pêk anî. Di panela ku Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin pêşkêşî kir de Parêzer M. Neşet Gîrasûn, Hevserokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn, Rojnamevan Alî Dûran Topûz axivîn. Hevsera Tahir Elçî Turkan Elçî û gelek kesên din beşdarî panelê bûn. Pêşengeha Wêneyan a Tahir Elçî ya ku hatibû qedexekirin jî li ber deriyê Eywana Konferansê ya Tahir Elçî hat pêşandan.
4 SAL IN LI BENDA EDALETÊ NE
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, ewil axivî û diyar kir ku 4 sal bendamayîna edaletê demek dirêje û wiha got: “Hêvî dikin ku di demekî nêzîk de hin geşedan çêbibin. Di dozên ku sixûrên dewletê wek faîl tên darizandin de ji salên 90’an vir ve polîtîkayên bêcezabûnê berdewam dikin. Bi taybetî ev cînayet li dijî parastinêrên mafê mirovan ên kurd tên kirin û faîl tên parastin.”
‘KURD LI DIJÎ HIQÛQÊ HATIN HIŞTIN’
Rojnamevan Alî Dûran Topûz jî, diyar kir ku Kurd di piştî komarê û avakirinê de ji derveyî qada hiqûqê hatin hiştin û wiha axivî: “Bêcezabûyîn ji destpêkê were hebû û dem bi dem bi destê darazê hat kirin. Di Dadgehen Îstîklalê de, di darazên piştî Dersîm û Şêx Seîd de em dibînin. Em îhlalên hiqûqê yên di nezîk de bi destê darazê tên rêvebirin dij hiqûqî ne."
‘KURD GELEKÎ BÊ PARÊZER NÎNIN’
Topûz, feraseta “Kurd Gelekî ku bê parêzer in” rexne kir û got: “Kurd gelekî ku gelek parêzerên wan hene ye. Navên wekek Faîk Candan, Medet Serhat û Tahîr Elçî gelek zor û zahmetî dîtine. Van kesan modela parêzeriyê ya cîhan û Tirkiyê pêş xistine. Hebûna gelek parêzerên kurda elameta ku serê wan jî di gelek belayan de ye.” Topûz da zanîn ku Tahîr Elçî di dawiya rojên jiyana xwe de di bin êrîşên dijhiqûqî de bû û wiha berdewam kir: “Bernameya televizyonê ya ku derketî li benda wî bûn ku bêje PKK rêxistineke terorê ye û şermezar bike. Naxwazin bêjin PKK peyva terorê bikar tînin. Teror di vir de ne têgeheke hiqûqa cezayî ye. Metaforeke ku bizanin ka hûn alîgirê desthilatdariyê ne an na. Redkirina Tahîr Elçî ya bikaranîna vê peyvê hesasiyeta bingehîn a Tevgera Maf a ku ji nav de hatibûyî bû”
‘
Serokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn jî bal kişand ser kuştina parêzerên Kurd yên salên 60 û 90’ê û wiha got: “Di sala 1966’an de Parêzer Faîk Bûcak bi gule baranê hat kuştin. Ev cinayet peşiya 53 salan hat kirin û hêj kiryarên wî nediyar in. Di sala 1980’ê Parêzer Şakîr Elçî li Çewlikê hat kuştin. 1993-94’an de Medet Serhat, Metîn Can, Faîk Candan, Yûsûf Ziya Ekîncî, Mehmet Tuysuz û Şevket Epozdemîr û Tahir çarçoveya cînayeta ya herî dawî ne.” Ertekîn, destnîşan kir ku Tirkiye goristana cinayetên parêzeran e û wiha berdewam kir: “Dîroka hiqûqa Tirkiyê dîroka cînayetên parêzeran e û hema bêje hemû jî kiryarên ne diyar in. Piştî cînayeta sala1966’an bêje qet lêkolîn nehatin kirin. Saziyên dewletê bi qasî salekê we dişopînin. Hûn çi bikin tê qeyd kirin lê cinayet nayê çareserkirin. Weke yê Tahir Elçî.” Ertekîn diyar kir ku dewletên her karê wan dizanî û wiha berdewam kir: “Dewletê tenê cinayet çawa hatin kirin nezanî. Tişta herî trajîk, raya giştî ya hiqûqa Tirkiyê rojekê ji xwe re nekir pirsgirêk. Ev jî nîşaneya zeyîfbûna dîroka parêzeriyê ya Tirkiyê ye.”
Herî dawî Parêzer Neşet Gîrasûn qala nifşên Tevgera Maf a Kurd kir û qala jiyana Tahir Elçî kir. Panel bi pirs û bersivan qediya.