STENBOL - Keça winda Nîhat Aydogan, Necbîr Aydogan, di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û ev tişt got: "4 sal berê dema ku min qetilkirina bavê xwe li Qada Galatasaray şermezar dikir, di heman saetê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Ez dixwazim ku kujerên bavê min û Tahîr Elçî derkevin holê."
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 766'emîn de xwestin ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe û dîtina kujerên wan li Qada Galatasaray li hev kom bibin, careke din hatin astengkirin. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe li kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê lê ye û ku ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin, pêk anîn. Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser wan bûn, li xwe kirin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.
Vê hefteyê aqûbeta Nîhat Aydogan ku di sala 30'ê Mijdara 1994'an de li mala xwe li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat desteserkirin û careke din agahî ji nehat girtin hat pirsîn. Daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de di bin çavan de hatibû windakirin Besna Tosûn ve hat xwendin. Tosûn diyar kir ku çaryekeke aqûbeta Aydogan dipirsin û ev tişt got: "Têkoşîna ku em ji bo xizmên xwe yên ku di bin çavan da hatine windakirin meşrû ye. Di salvegera 25'emîn windabûna Aydogan de bang li rayedarên îdarî û edlî dikin ku peywirên xwe bi cih bînin û kesên bûne sedema windakirina Aydogan bi darizînin û bêcezatiyê bi dawî bikin."
Her wiha di çalakiyê de Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Eçî û Parêzer Şevket Epözdemir ku beriya 26 salan hatibû qetilkirin jî hatin bibîranîn.
‘MIN BAVÊ XWE QET NEDÎT’
Piştî Tosûn, keça Aydogan Necbîr Aydogan axivî û diyar kir ku qet bavê xwe neditiye û ji bo bavê xwe gorekî dixwaze. Di berdewamê de Aydogan ev tişt got: "4 sal berê dema ku min qetilkirina bavê xwe li Qada Galatasaray şermezar dikir, di heman saetê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Ez dixwazim ku kujerên bavê min û Tahîr Elçî derkevin holê."
Piştî Aydogan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axaftineke kir û bertek nîşanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û diyar kir ku biryara qedexeyê li dijî qanûnan e.
Piştî daxuyaniya 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.