Sebahat Tuncel: Dem, dema destpêkirinek bi hêz e
Arslan: Bi şer bersîv dan peyama Ocalan a aştiyê

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê re şand û got: “Dem dema destpêkirineke bi hêz û nû ye." Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Birêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha di çareseriya demokratîk de israr dike. Herî dawî Birêz Ocalan aştî xwest, lê wan bi şer bersîv da." 

 
 
5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Bazirganiyê ya Cîhanê didome. Kongre bi şîara “Bi rihê yekitiyê ber bi azadiyê ve” hat li darxistin. Li salona kongreyê pankartên bi kurd û tirkî yên peyama yekitiya neteweyî cih girtin hatin vekirin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û gelek kes amade bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê name ji 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê re şand. Nameya Tuncel, ji aliyê Cîgira Hevserokên DBP'ê Halide Turkoglu ve hat xwendin. 
 
Nameya Tuncel wiha ye: 
 
“Delege û dostên hêja yên Kongreya Giştî ya Asayi ya DBP’ê, ez we ji Zindana Kandirayê li ser navê girtiyên jin ên siyasî bi hurmetî û hezkirin silav dikim. Ez bawer dikim ku ji bo kongreya me bibe bersîva pêdiviyên demê dê niqaşên bi pêz pêş bikevin. Ez bawer dikim ku ev yek dê ji têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya Gelê Kurdistanê re bibe destekek mezin. Em Kongreya xwe di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û Cîhanê de, gel di pêşengiya jin û ciwanan de li dijî polîtîkayên serdest îtîrazan mezin dikin û bi taybetî li dijî pergala kapîtalîst a neo-liberal ku bi kirîza aborî û siyasî êdî nahêle civak bêhnê bistîne de di pêşengiya jin û ciwanan de têkoşîn mezin dibe de pêk tînin. 
 
 
DEM DEMA DESTPÊKIRINEKE BI HÊZ E
 
Pergala modernîteya Kapitalist êdî krîza bingehîn dijî. Ji bo vê yekê jî bi taybetî li rojihilata navîn Şerê 3’emîn ê parvekirinê pêş dixe û dixwaze vê krîzê derbas bike. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Rojava, ji bo bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike û azadiya xwe bi dest bixe, tekoşîna avakirina pergala jiyana demokratik, ekolojik, jin a azadîparêz pêş dixe. Dixwaze bi vê pergalê li dijî pergala Modernîteya Kapitalist bibe alternatif. Perala ku li Rojhilata Navîn di pêşengiya Gelê Rojava de tê avakirin ji bo Gelên Rojhilata Navîn dibe heviyek mezin. Mezinkirina vê hevî û pegralê erka me tevan e. Wekî Partiya DBP'ê; di ronahiya geşedanên civakî, aborî û siyakî yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê pêş dikevin de, em xwedî berpirsiyarin ku xwe ji nûve organize bikin û bi rêxistin bikin. Em berpirsiyarin vê erka xwe pêk bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêşxistina civaka polîtîk û sincî, pêşxistina têkoşîna wekhevî û azadiya jinê, piştevaniya gelan û baweriyan a bi hevre û bilindkirina têkoşîna azadiyê, avakirina jiyana ekolojîk, dem dema em dest bi pêvajoyek xurt bikin e. 
 
YEK JI ERKA DBP’Ê ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE' 
 
Pêşxistina yekîtiya di nava Kurdan de û avakirina di nava gelan de ji bo çarekeriya pirsgirêka Kurd a bi rêbaza demokratik û aştiyane pir pir girîng e. Tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin, sedema esasî ya neçareseriya Pirsgirêka Kurd e. Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di pêşengiya Birêz Leyla Guven de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştî berxwedana 200 rojan, deriyê îmraliyê hatibû vekirin. Lê tecrîd hêj didome. Heta tecrîd bi dawî nebe, heta şert û mercên Birêz Ocalan ê tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk neyê; ne pêkan e ku aştî, demokrasî û azadiya Gelên Rojhilata Navîn pêk bê, ne pêkan e pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê erk û peyvirek mezin dikeve ser milê DBP’ê. Yek ji van peyviran jî rakirin û şikandina tecrîdkirina mutlaq a Birêz Ocalan e. Hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk azadîparêz û aştiyane ye. 
 
DÊ YEKÎTIYA DI NAVBERA GELÊ KURD Û SIBEROJA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DE DIYAR BIKE
 
Pêşketina hewildanên di derbarê mijarên neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî de ew ê ji bo pêvajoyê baş be. Yekîtiya di navbera Gelê Kurd de û di heman demê de dan û sitendina Gelê Kurd a bi gelên din re ew ê siberoja gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Divê ji xebatên yekem ên DBP'ê yek ev be û divê ev ne tenê berpirsiyarî di heman demê de mecbûriyet be. 
 
Em dikarin bi xebatên polîtîk û îdeolojîk bersivê bidin êrîşan
 
Polîtîkayên qeyûmê yên zordestiyê ku mînaka vê yekê li tu derê cîhanê tune ye dewam dikin. Ev xespkirina îradeya Gelê Kurd e. Parlamenter û hevserokên ji aliyê gel hatine hilbijartin ji ber hincetên pûç û vala tên binçavkirin û girtin. Di nava pêvajoyek wiha de xwerêxistinkirin her çiqas dijwar be jî ewqas girîng e. Tevî hemû zordestiyên xebatên di qada perwerdehiya gel, bihêzkirina di warê polîtîkbûyinê de, gelekî girîng in. Ji bo pêşxistina siyaset alternatîf, ekolojîk û navenda wê jin be, berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê DBP'ê. Em bawer im ku ew ê partiya me vê berpirsiyariya xwe bîne cih. 
 
DBP partiya jinan e
 
DBP di heman demê de partiya jinan e. Loma ji bo xala azadiyê ya jinê pêş bikeve, daxwazên jinê yên azadî, wekhevî û edaletê bên bersivandin divê hewildanên mezin bên kirin. Ev qansî jiyana mirov girîng e. Divê em hişmendiya ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe, xebatên xwe yên civakî û siyasî bimeşînin. Em di pêvajoyek wiha derbas dibin ku tundî û komkujiya li dijî jinê, xizanî, koçberî, zêde bûne. Loma têkoşîna jinê ya di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Parastina destkeftiyên jinê yên ku di encama têkoşînê mezin de hatine bidestxistin peywira partiya me ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bo jinan gelek girîng in. Êrîşên îktidara AKP-MHP'ê ya li dijî destkeftiya hevserokatiyê ne tesaduf e. Ji bo em li dijî pêkanînên polîtîkayên zayendperest û baviksalarî destkeftiyên xwe biparêzin pêdiviya me ji berdewamiya xebatên xweser û azad heye. Ez bi hêviya avakirina siberojek bi ewle ya ji bo jinan hemû rêhevalên jin silav dikim. 
 
Ez bawer dikim ku ew ê kongreya me bi moral û coşek mezin bi hêz derbas bibe. Ez serkeftinê ji bo Hevserokên me yên giştî, delege û hevalên ku ew ê bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe bigirin serkeftinê dixwazim.
 
Silav û rêz. Rêhevala we Sebahat Tuncel." 
 
ASLAN: EM DI PÊVAJOYEK DÎROKÎ RE DERBAS DIBIN
 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Îro hemû pergalên serdest û netew-dewlet ên cîhanê di nava krîzê de ne. Ji bo pergala xwe berdewam bikin, ev hêzên serdest, li Sûriye û Rojhilata Navîn şer pêş dixin. hewl didin hêza xwe aşkere bikin. Dixwazin xwe wekî hêz nîşan bidin. Şoreşa Rojava li dijî vê krîza serdestan û ji bo bibe daxwaz û bersiva gelan avantajek mezin e. Di navenda Rojhilata Navîn de Şoreşa Rojava pêş dikeve. Li dijî krîza heyî pergala jiyana azad, wekhev û demokratîk pêş dikeve. Ji bo gelên Rojhilata navîn derfetek gelek mezin e. Di sedsala 21'an de tu îktîdar bêyî ku bibin bersîv û daxwaza civakan nikarin li ser piyan bimînin û nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Şerê li dijî Kurdan daye despêkirin, dê hemû gelê Tirkiyeyê jê zerarê bibînin. Em dê li dijî vê feraseta faşist a li dijî gelan tekoşîna xwe bilintir bikin."  
 
HEMÛ GELÊ TIRKIYEYÊ ŞAHIDÊ HEWLDANÊN OCALAN E 
 
Arslan, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ji sala 1993'an di agirbestê de israr dike. Bi înat û têkoşînek mezin ji bo çareseriya demokartîk kedek mezin dide. Em hemû şahidê vê yekê ne. Ne tenê gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê jî şahidê vê yekê ye. Ji ber vê yekê AKP ji sala 2015’an heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîdê berdewam dikin. Em vê tecridê şermezar dikin. Me tu carî tecrîdkirina Ocalan wekî gel û partî qebûl nekir. Ji niha û şûnde jî em vê tecrîdê qebûl nakin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de 7 hevrêyên xwe yên bi qimet şehîd bûn. Em li pêş bîranîn û têkoşîna wan bi hurmetî bejna xwe ditewînin." 
 
‘BI ŞER BERSÎV DAN PEYAMA OCALAN' 
 
Aslan, bal kişand ser peyamên Ocalan ên dawî jî u wiah got: “Birêz Ocalan piştî hevdîtina di Gulanê de bi parêzeran re kir, got; ‘Di pêvajoya dîrokî ku em têre derbas dibin, pêdivî bi lihevhatina kurd a civakî heye. Divê çareseriya pirsgirêkan ji hemû berberî û çanda şer dûr be. Divê bi rêbaza muzakereyên demokratîk çareser bibe. Pir pêdivî ji vê rêbazê heye.' Di 7'ê tebaxêde jî got ji bo çareseriya pirsgirêkan divê dewlet bi aqilê rasyonel tev bigere. Em ji peyamên Ocalan bi hevî bûn û me nefes stend, lê aqilê Dewletê yê Rasyonel di 7'ê tebaxa 19'an de qeyûm tayîn kir û li dijî Rojava şer da destpêkirin. Bi êrişan bersîv da Birêz Ocalan. Tevî hemû hewldanên Ocalan AKP'ê bi zext û tundiyê bersîv da. Em dizanin Kurd li hemberî vê tundiyê gavan paşve navêjin. " 
 
Arslan, bal kişand ser yekîtiya Neteweya Kurd û wiha bi dawî kir: "Dirûşmeya Kongreya me “Bi ruhê yekîtiya neteweyî em dimeşin azadiyê" ye. Kurd li her derê dibin hedef. Serkeftina Kurdan tenê bi berxwedanê ne pêka ne. Divê kurd Kurd di nava xwe de yekîtiya neteweyî jî pêk bînin. " 
 

Sernavên din

03/12/2019
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye
11:15 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper peyam da Tirkiyê: Ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst
11:14 DEDAŞ'ê 240 gundî ceza kirin: Gel bê av û ceyran man
11:01 Qedexeya derketina derveyî welat a Hasan Cemal hat rakirin
10:00 'Rojnamevan bi destdirêjiya darazê re rû bi rû ne’
09:18 Ergul: Divê parazvanên jiyanê ji bo Heskîfê dengê xwe bilind bikin
09:17 Wê doza derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de ji nû ve pêk bê
09:16 Gava mesele bê ser HDP'ê, deynên 40 sal berê jî tê bîra saziyên fermî!
09:16 Bulbul: Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike
09:15 'Tevlîbûna şahiya Newroz û stranên kurdî sûc hatin hesibandin'
09:14 Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê hatin kuştin: Çima kurê min nayê berdan?
09:13 Her 3 bira bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin
09:13 Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2019'AN
08:23 Îfadeya nûçegîhanê me Eser û Topaloglu hat girtin
02/12/2019
17:26 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoy a Jinan çalakî li dar xistin
17:08 Selahattîn Demîrtaş sewqî nexweşxanê kirin
16:50 'Li Pasûrê hin malbat li dijî HDP'ê tên sorkirin'
16:25 Hêzên TSK û MSO’ê êrîşî Til Rifatê kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn
15:44 Xwişka Selahattîn Demîrtaş: Kekê min ji ser hişê xwe çû û wî sewqî nexweşxaneyê nekirin
15:37 Konferansa Avhewayê ya NY'yê dest pê kir
15:36 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Êdî bi vê desthilatdariyê re rêwîtî kirin nabe
15:35 Parêzerê Amîrê polîsan: Muvekilê min ji eziyetê darizînin
14:37 Tirkiye beriya Civîna Bilind a NATO'yê peyam dan
14:08 Kurtulan: Îqtîdar dijminantiya rojnamegeran dike
14:03 Li Wêranşarê reya 2 mehî hilweşiya
13:37 Bi hênceta ‘Fermana jorê heye’ encûmenan bernedan hundir
13:36 Li Amedê Sempozyûma TMMOB’ê ya Enerjiyê
13:00 Hevşaredarên Rêya Armûşê sewqî Erziromê kirin
12:50 Li Şaredariya Rezane qeyûm şermezar kirin
11:30 ‘103 Kevokên Aştiyê’ li ser daran neqş dikin
11:05 Li Sêrtê 11 kes hatin berdan
10:55 Bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’ 26 sal ceza li Miftiyê Hezro hat birîn
10:52 Malbatê kirin serşokê û 2 birayan binçav kirin
10:22 Di ser bombekirina Ozgur Ulke re 25 sal borîn: Ew agir her kesî dişewitîne
09:48 Newaya Jin bi manşeta 'Raperîn Heye' derket
09:09 Xêzevanê Zrîngê Mam Cîcî: Ziman pêwistiya dewama jiyanê ye
09:01 Derûnnas Sevîmlî: Çanda tirsê dibe sedema întîxaran
09:01 Koçerên ji zozanan vegeriyan li Hezexê konên xwe vedan
09:01 Li qûntarê Çiyayê Mawayê etarê dawî!
09:01 Ji ber wêne, îşaret û remzê doz li malbatan hat vekirin
09:00 Boyraz: Astengdar qûrbaniyên feraseta şaş a Tirkiyê ne
09:00 ‘Penaber tên şêlandin’
09:00 Baroya Agirî: Agahiya me ji biryara ‘qedexeya’ Walîtiyê nîne
09:00 ROJEVA 02'Ê KANÛNA 2019'AN
01/12/2019
17:32 Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin
16:55 Temellî: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye
15:58 Înîsiyatifa Heq: 780 zarok di girtîgehê de ne
15:27 Parlamentera HDP’ê Îmîr: Me dîroka berxwedanê nivîsî
15:15 QSD: Êrîş û tevgera balafirên keşfê li herêmê didomin
14:57 Dayikên Aştiyê: 30 kesên di bin çavan de serbest berdin
14:18 Parezeran bi nûçegîhanên me Topaloglu û Eser re hevdîtin kirin
12:37 Dest danîn ser pasaporta Hasan Cemal
12:33 Li Sûrê ketina 6 taxan Hezar û 461 rojin qedexe ye
11:07 Girtîyên di grevê de name şandin: Heta daxwazên me pêk bên çalakiya me dê bidome
09:10 Li Agiriyê 'qedexe' tenê ji bo HDP'ê hene!
09:08 Li Girtîgeha Panosê girtî ji ber ava vexwarinê nexweş ketine
09:07 Bahçelî gotibû 'Lazistan tuneye', lê ji budçeya meaş didin keça wekîlê Lazistanê
09:05 'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'
09:04 Hem hat îşkencekirin hem jî ceza lê hat birîn!
09:03 Dadgeh: Mazlûm Tûran ê 16 salî hedef hatiye girtin
09:01 Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN
08:45 Polîsan dayika Ahmet Atakan ê di bûyerên Gezî de hat kuştin, binçav kir
08:06 Li ser daxwaza dozger 10 HDP û DBP'iyên din girtin
30/11/2019
17:31 Li Nisêbînê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
16:58 Mala Çandê ya Çilkezî vebû
16:43 Ji bo girtiyê jêre gotin ‘Tu tiştekê te tuneye’ teşhîsa penceşêrê hat kirin
16:41 Rêveberiya nû ya DBP'ê diyar bû
16:24 Prz. Ertekîn: Dîroka Tirkiye dîroka cînayetên parêzeran e
15:51 Wekîla HDP’ê Gunay: AKP’ê xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe
15:46 ÎRA: Rojnamegeran bi lez serbest berdin
15:38 Berdana girtiyê nexweş Turkmen xwestin
15:20 Xizmên windayan: Em ê failên Tahîr Elçî bibînin
14:54 Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir
14:53 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Tahîr Elçî derkevin holê
14:35 Pervîn Buldan: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
14:33 Koçyîgît: Pêşxistina serhildanan berpirsiyartiyeke dîrokî ye
Ozturk: Em ê aştiyeke birûmet ava bikin
14:12 7 kesên ku li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:11 Sebahat Tuncel: Dem, dema destpêkirinek bi hêz e
Arslan: Bi şer bersîv dan peyama Ocalan a aştiyê
14:04 Polîsan ji bo binçavkirina ciwanê di bin çavan de bi ser malê de girtin
13:35 Xwestin kesên ku hatine binçavkirin bên berdan
13:25 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir
13:07 Hesabên Şaredariya Qersê desteserî bûn
13:00 Walîtiya Dîlokê heya 15 rojan çalakî qedexe kirin
12:23 Kongreya DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir
12:13 Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike
12:12 24 saetan hevdîtina parêzeran li nûçegîhanan me qedexe kirin
11:43 Rejîma Îranê Rojnamegera Kurd Çiraxî binçav kirin
11:18 Hejmara 3'yemîn a 'Zrîng' derket
10:52 DAIŞ’ê êrîşê gundeki Kifrîyê kirin: 3 kesan jiyanra xwe ji dest dan
10:31 'Întîxar encama krîza aborî ye'
10:29 Qertê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatin betalkirin
10:14 Ceyrana hezar û 453 cotkaran qut kirin
09:18 Warê nan, nan ji derve dikire: Di 18 salan de 52 milyon ton genim ji derve kirî
09:14 Ji ber ku saziyeke perwerdeyê derabeya xwe girt xwendekar û mamoste li holê man
09:12 Rojnamevan Sayilgan: Di nêz de ez ê dîsa binivîsim
09:12 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Wê nikaribin têkoşîna demokratîk asteng bikin