AMED - Li Amedê polîsan, ji bo ku ciwanê bi navê Mervan Dundar ê di bin çavan de binçav bikin, bi ser mala wî de girtin û ji niştecihên bînayê pirsa Dundar kirin.
Ciwanê bi navê Mervan Dundar, duh ji ber lêpirsîneke li Colemêrgê lê hatibû vekirin, di noqteyeke kontrolê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê de hatibû binçavkirin û polîsan ew şandibûn Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê. Polisan, duh êvarê li navçeya Peyasê ya Amedê, bi ser mala Dundarê ku sedema binçavkirina wî nayê zanîn de girtin.
Polîsan, derdora bînayê dorpêç kirin û deriyê bînayê û mala Dundar ku kes lê nedima şikandin, ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. Polîsan, ji niştecihên bînayê pirsa Dundar kirin û niştecihê ku bersiva 'nizanim' da jî, derp kirin.
Tê payîn ku îfadeyê Dundar ku li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê tê girtin sibê bê girtin.