QERS - Hesabên xebatkarên Şaredariya Qersê, ji ber deynin rêveberiya dema MHP'ê desteserî bûn. Hevşaredar Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ji bo karên nelirê yên beriya niha neçarî dayîna pereyan dibin.
Ji ber vekirina doza kes û şîrketên ku serdema berê bi awayekî nelirê ji Şaredariya Qersê re kar kirine, mûçeyên xebatkarên şaredariyê destserî bûn. Şaredariya ku di Hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê bi 338 milyon û 380 hezar TL deyn ji MHP'ê dewr girtibû, beriya niha jî hemû neguhêzbar, hesab û amûrên şaredariyê desteserî bûbûn. Ji ber ku deyn nehat dayîn, vê carê mûçeyê xebatkarên şaredariyê yên di hesabê banqayê de desteserî bûn.
Şaredariyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku dema hatine ser kar, li gel zehmetiyên darayî jî mûçeyê 3 mehan ê xebatkaran nehatiye dayîn razandin e û ji ber ku niha mûçeyê karkeran, ji aliyê kesên bi navê Gokhan Yilmaz û Azerhan Mûtlûer ku ji aliyê wan ve hatiye tespîtkirin ku bi awayekî nelirê ji şaredariyê kar kirine, hatiye desteserkirin dê razandina mûçeyên vê mehê pêk neyê.
Hevşaredar Qersê Ayhan Bîlgen jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel biryara Banqaya Bajaran a ku diyar dike mûçeyê xebatkaran nayê desteserkirin jî her meh bi biryarên îcrayê ku razandina mûçeyan zehmet dike tên dayîn. Bîlgen, destnîşan kir ku ji hevdîtinên wan ên bi Daîreya Îcrayê re encam nayên girtin û ji bo karên nelirê yên serdema beriya xwe neçarî dayîna pereyan dibin.