STENBOL - Dozgeriya Komarê ya Stenbolê 24 saetan hevdîtina parêzeran li Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu qedexe kirin.
Şevê din pîştî Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji ajansê derketin hatin binçavkirin. Eser û Topaloglu li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Eser û Topaloglu binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Topaloglu şikandin û ketin hundir. Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Sadiye Eser û Sadik Topaloglu hêj di bin çavan de tên girtin. Parêzerê Ajansê bi boneya bi nûçegîhanan re hevditin bike û sedema binçavkirina wan fêr bibe çû Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Parêzer ku xwest li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê bi Eser û Topaloglu re hevdîtin bike, polisan diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine binçavkirin û heta 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzeran heye. Dîsa bi hinceta der barê dosyayê de biryara "veşartinê" heye destûr nedan ku parêzer li naveroka dosyayê binere û sedema binçavkirina wan fêr bibe.
Polisan dema bi ser mala Eser û Topaloglu de girtibûn, deriyê malê şikandibûn û li malê lêgerîn kiribûn. Polîsan di serdegirtina mala Sadiye Eser de endamên malbatê li erdê dirêj kiribûn û çek xistibûn serê wan.