NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li Bajarê Kirmanşanê bi ser mala Rojnamegera Kurd Firişte Çiraxî de girtin û binçav kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, diyar kir ku hêzên îstîxbarata Îranê yên Rejîma Îranê şevê din bi ser mala rojnameger û aktîvîsta Jina Kurd Firişte Çiraxî ya li Serpêla Zehaw a li Kirmanşanê de girt û Çiraxî li malê binçavkirin. Hat diyar kirin ku Rojnamegera Kurd Çiraxî bi îdîaya piştgirî daye xwepêşandanan hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên dan malbatê, Hêzên Îstîxbarata Îranê Firişte Çiraxî binçav kirin û birin bajarê Kirmanşanê.