ENQERE - Alîkariyê Serokkomar Fûat Oktay, daxuyand ku bi angaşta "têkiliyên wan bi rêxistinên ku ji bo ewlehiya neteweyî gef in re heye" qertên çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatine betalkirin.
Alîkariyê Serokkomar Fûat Oktay, dema ku budçeya sala 2020'an a Serokkomariyê, li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê dihat nirxandin, pirsên têkildarî betalkirina qertên çapameniyê bersivand.
Oktay, destnîşan kir ku bi avakirina Serokatiya Ragihandinê ya piştî girtina Miduriyeta Giştî ya Çapemenî, Weşan û Enfermasyonê re pêwîst bi rojanebûna qertên çapameniyê çêbûye û ev tişt got: "Bi armanca ku pêşî li qertên sexte bê girtin û rûmeta qertên çapameniyê bê zêdekirin û xebata rojnamegeran bê hêsankirin serî li vê rojanebûnê hatiye dayîn." Oktay, da zanîn ku di sala 2019'an de 343 qertên çapemeniyê yên nû hatine dayîn û ji Hewldana Darbeya 15 Tîrmehê ve bi angaşta "têkiliyan wan bi rêxistinên ku ji bo ewlehiya neteweyî gef in re heye" qertên çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatine betalkirin.
.