MÊRDÎN - Li Mêrdînê ceyrana hezar û 453 cotkaran, bi hinceta ku "deynê xwe nedane" ji aliyê DEDAŞ'ê ve hatiye birîn. Cotkaran, bertek nîşanî vê rewşa ku bi hezaran kesî mecdûr dike da û diyar kirin ku bi fatorayên zêde tê xwestin ku hem ew hem jî dewletê bê xapandin.
Şîrketa Belavkirina Dîcleyê (DEDAŞ), bi hincerta ku "deynê xwe nedane" li Mêrdîn û navçeyê wê ceyrana hezar û 453 cotkaran birî. Li 240 gundan 75 hezar kes ji birîna ceyranê, bi bandor bûne. Ji ber ku birîna ceyranê, li ser xetên sereke pêk hatiye, hem birîn çandiniyê û welatiyan di tariyê de dihêle. Li ser bertekan, DEDAŞ'ê ceyrana ku berê li ser 3 fazan dida vê carê li ser fazekê dide. Lê ev jî tenê têra pêwistiya ronahiya welatiyan dike. Cotkarên ku ji ber rewşê gelek bi bertek in, angaşt dikin ku DEDAŞ bêyî ku jimêkerên saetên ceyranê bixwînin fatorayan zêde dibirin.
Cotkarên ku ji bîrina ceyranê bandoreke neyînî li wan dike, diyar kirin DEDAŞ, meqbûzên ku bi destan hatine nivîsandin û hesabê ku divê perê lê barkirin li ser wan heye dide wan. Cotkaran destnîşan kir ku fatore zêde tên nivîsandin û DEDAŞ bi birîna fatoreyên zêde hem wan û hem jî dewletê dixapîne.
MA / Ahmet Kanbal