ÊLIH - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ji bo operasyonên li ser delegeyên KCD'ê û endamên HDP'ê diyar kir ku "rêbazine hatine ceribandin û serneketî" û got: "Çi bikin jî, wê nikaribin têkoşîna demokratîk asteng bikin."
Di 27'ê Mijdarê de polîsan li Enqere, Dîlok, Riha, Amed, Êlih, Agirî, Sêrt û Semsûrê avêtibû ser mala gelek deegeyên KCD'ê û endamên HDP'ê û gelek kes hatibûn binçavkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, nerazîbûna xwe ya ji bo binçavkirina delegeyan anî ziman.
'HEMAN RÊBAZ TÊN CERIBANDIN'
Ozturk, anî ziman ku operasyonên li hemberî KCD'ê ne operasyonine cara ewil in û ji bo van operasyonan got, "rêbazine hatine ceribandin û serneketî." Ozturk, destnîşan kir ku piştî HDP'ê dest bi pêvajoya rêxistinbûnê kiriye operasyon hatine destpêkirin û got: "Bi binçavkirin û girtinan dixwazin HDP'ê bêerk bihêlin. Lê tevî ev qas tişt jî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê û ya 23'yê Hezîranê de bi wan da windakirin. Niha jî HDP'ê nîqaşeke xurt ji bo hilbijartina pêşwext da destpêkirin. Loma heman rêbazan diceribînin."
Ozturk, destnîşan kir ku armanca van operasyonan pasîfîzekirina HDP'ê ye û got: "Çi bikin jî wê nikaribin têkoşîna demokratîk a HDP'ê asteng bikin."
'DU PARTIYÊN TOPAVÊTÎ'
Ozturk, destnîşan kir ku êdî tifaqa AKP-MHP'ê nikare ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekî hilberîne û got: "Ji xeynî bêhêvîtiyê tiştekî din nadin gelê kurd û gelên Tirkiyeyê. Ji bo îktîdar ji dest wan neçe, tenê zext û şer di destê wan de maye. Niha her du partî jî top avêtine. Di dest wan de hêza îktîdarê, polîs û dozger hene. Em bi du partiyên topavêtî re rû bi rû ne."