* Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd nirxandin û got: "Geşedanên li Rojava, Rojhilat û Başûr û yekîtiya partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê, nîşan dide ku vê carê yekîtî ji her wextê bêtir nêz bûye."
* Karkerên înşaatê ku 7 meh in heqê wan nayê dayîn, 11 roj in li Bakirkoyê li ber ofîsa navendî ya Koma Şîrketan a Gentesê li ber xwe didin. Karkeran, got: "Em zanibin em ê li derve jî bimînin, lê heta em meaşê xwe wernegirin em ê neçin malê."
* Ji malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê disekinin, tenê çend hebên xwedî profîlên ecêb mane. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene.
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ji bo operasyonên li ser delegeyên KCD'ê û endamên HDP'ê diyar kir ku "rêbazine hatine ceribandin û serneketî" û got: "Çi bikin jî, wê nikaribin têkoşîna demokratîk asteng bikin."
* Rojnamevan Îdrîs Sayilgan ku ji ber fealiyetên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin, piştî hezar û 173 rojan hat berdan. Sayilgan, got: "Di nêz de ez ê vegerim ser karê xwe û dîsa binivîsim."
* Li Tirkiyeyê piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îktîdarê şûnde ji ber qîmeta genim kêm bû û êdî wekî berê nayê firotin, di nava 18 salên dawî de ji 91 milyon dolim (dekar) daket 72 milyon dolim (dekar) û 19 milyon dolim kêm bû. Tirkiye di 18 salên dawî de 52 milyon ton genim ji derve kirî.
* Semsozyuma "Ewlehî û Tenduristiya Kar" ku ji aliyê DÎSK, KESK, TTB, TMOOB, Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran duh dest pê kiribû îro jî dê li Salona Konferansê ya Baroya Stenbolê bidome. (09.30-17.00)
* Rêxistina DBP'ê dê bi hişyariya "Bi Ruhê Yekîtiya Neteweyî em ber bi azadiyê ve dimeşin" 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê pêk bînin. (10.00)
* Baroya Amedê, û Vakfa Tahîr Elçî dê Salona Konferansê ya Baroya Amedê, panela bi navê “Tevgera Maf a Kurd û Parêzer Tahir Elçi” pêk bînin. (10.00)
* TJA, dê têkildarî siyasetmedarên li Êlihê hatin binçavkirin û pêvajoya binçavkirina wan hatiye dirêjkirin li avahiya HDP'ê ya Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 766'an de li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
* Şaredariya Qelqeliyê dê bi şahiyekê Mala Çanda Jinê ya Çilkezî vekin. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdîne dê têkildarî binçavkirina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê biboneya balê bikişîne ser binçavkirinên dawî dê li Kolana Hunerê ya Ofisê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê çalakiya "'Rûniştina F" di hefteya 401'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re azadî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê di hefteya 273’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)