ENQERE - Danişîna doza Ceren Damar a ji aliyê xwendekarê xwe ve hat kuştin hat dîtin. Parêzerê Malbata Ceren Damar Çetin Arslan, xwest bersuc ji sucdariya "Bi zanebûn û plan kuşt" kuştiye bê cezakirin.
Danişîna doza Ceren Damar Şenel a ji aliyê xwendekarê xwe Hasan Îsmail Hikmet ve hat kuştin, li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişîna doza Hîndekara Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya Ceren Damar Şenel de dozger got sucê bersûc sabît e û cezayê muebbetê xwest. Endamên Malbatê û Hîndekarê Zanîngeha Çankaya Setenay Baytemir hatin guhdarkirin.
Parêzerê malbatê Eylul Erdem jî diyar kir ku bersûc bi zanebûn û plan û bi hîsa hovîtî Ceren kuştiye û wiha got: "Tenê bersûcekî vê kuştinê tune. Bersûc çada diçe odeya Ceren wê ji piştve dikuje. Tenê bersûcekî vê kuştinê tune. Di serî de bersûc, yên din hene."
Parêzerê DAmar Çetin Arslan jî diyar kir ku bersûc bi zanebûn û plan kuştiye û xwest ceza neyê daxistin. Arslan, xwest di heman demê de ji sûcdariya bi plan jî bê cezakirin.
Bavê Damar Mustafa Damar jî got keça wî nemiriye û hêj dersê dide. Dayika Damar Feyza Damar jî anî ziman ku ji bo keça wê mohtacî mêrê xwe nebe perwerde kir û got: "Dayika Kujer dê dîsa kurê xwe hembêz bike û ezman bibîne. Lê keça min êdî ezman nabîne. Ez kevîrê mermer hembêz dikim."
Heyetê piştî parastinê bi daxwaza ku naveroka dosyayê bê firehkirin, biryar da ku bersûc girtî bê darizandin û doz taloqî 24'ê Çileya 2020'an bê kirin.