STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên ji bo biçin hevdîtinê serî li Dozgeriya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Ocalan dimînin jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn.