MÊRSÎN – Nûçegihana ajansa me Bêrîvan Altan a 4 roj in di binçavan de ye, dema binçavkirina wê 4 rojên din jî hat dirêjkirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di 26’ê mijdarê de di çarçoveya biryara girtinê ya ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê ve hat derxistin li mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê ew bir Mêrsînê. Altan 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tê ragirtin. Hat zanîn ku li ser biryara dozgeriyê dema binçavkirina Altan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin.
Biryara “sînorkirina parêzer” a ji bo Altan hatibû dayîn hat rakirin.
Parêzerên Altan ragihandin hênceta binçavkirina Altan nayê zanîn û polîs li emniyetê ji bo sohbetê gazî wê dikin û bi zextên derûnî re hevrû maye.