ŞIRNEX – Li Hezexê di lêgerîna rê de welatiyê bi navê Mervan Dundar bi angaşta biryara girtina wî heye hat binçavkirin. Berê jî hin kesên xwe wek polîsan nîşandan xwestibûn Dundar birevînin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di kontrola rê ya polîsan de welatiyê bi navê Mervan Dundar bi angaşta biryara girtinê ji bo wî heye hat binçavkirin. Ji Dundar re hat gotin ji ber dosyeyek li Colemêrgê derbarê wî de vebûye biryara girtinê heye û ew birin Miduriyeta Polîsan a Hezexê.
XWESTIBÛN WÎ BIREVÎNIN
Mervan Dundar li Amedê di 13’ê mijdarê de hin kesên xwe wek polîs dabûn nasîn xwestibûn wî birevînin. Dundar li dijî wê hewldana revandina xwe çû emniyetê gilî kir û pişt re jî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dabû.