AMED – Miduriyeta Weqfa ya Herêma Amedê bi hênceta “gelek mişterî hene” destûr neda Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî li Xana Hesen Paşa ji bo bîranîna Tahîr Elçî, Pêşengeha Wêneyan bê lidarxistin.
Baroya Amedê û Weqfa Tahî Elçî xwestin bi boneya salvegera 4’emîn a kuştina Tahîr Elçî dê li Xana Hesen Paşa a li navçeya Sûra Amedê, Pêşengeha Wêneyan a bi navê Aştî û Azadî li dar bixin. Baroyê û Weqfa Tahîr Elçî ji bo destûra bikaranîna cih serî li Miduriyeta Weqfên Herêmê ya Amedê dan. Miduriyeta Weqfê bi hênceta “Gelek mişterî hene” destûr neda Pêşengehê û got ew pêşengehek wiha “guncav” nabînin.