AMED - Zimanzan Zana Farqînî derbarê “Tora Ziman û Çandan” de diyar kir ku ziman ne tenê aydê partî, rêxistin û dezgehekê ye û got: “Ziman aydê miletan e. Divê hemû partî li dora ziman bibin yek.” Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî da zanîn ku armanc dikin li dijî bişaftina ziman di nava mehekê de civîneke xurtir pêk bînin.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier û Zimanzan Zana Farqînî têkildarî “Tora Ziman û Çandan” de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. Taşçier diyar kir ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha bişaftinê li ser çand û zimanê kurd û Kurdistanê bandorek zêde kiriye û got: “Ew bişaftinek pir dijwar e. Ji ber vê yekê, ji wê demê heta niha hinek ziman hatine jibîrkirin. Bişaftin bandorê li ser çand û zimanê kurdî jî dike.
‘MALBAT BI ZAROKÊN XWE RE KURDÎ NAAXIVIN’
Taşçier, diyar kir ku li malê êdî dê û bav bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û got: "Televîzyon û çapemeniya tirkî jî bişaftina ziman zêde dike. Dixwazin zimanê kurdan bê bişaftin. Ev xebata me li hemberî vê ye. Me xwest sazî û kesayetên kurd ên bişaftina ziman û çandê ji xwe re pirsgirêk dibînin bicivin. Ev destpêk e, wê di pêşerojê de xurtir bibe.”
Taşçier, diyar kir ku armanca wan ew e ku di nava meh û nîvekê de civîneke xurtir ku ji 200-300 kesan pêk tê li dar bixin û di vê civînê de atolye vekin û nexşerêyekê diyar bikin. Taşçier, anî ziman ku ew ê di civînê de polîtîkaya ziman munaqeşe bikin û got: "Piraniya partiyên kurdan xebatên xwe bi zimanê zikmakî bi rê ve nabin û dixwazin rê li ber wan jî vekin." Taşçier, anî ziman ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê dewlet gavina bavêje û got: "Bila zimanên din ên li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê jî bibin zimanên fermî. Wê xebata me ya li ser vê berdewam bike. Wê di vê xebata me ya komcivînî de temamê saziyan werin cem hev du û bi hev re wekî koordînasyonekê xebatan bi rê ve bibin."
‘YEKITIYA ZIMAN BANDORÊ LI SER YEKITIYA SIYASETÊ DIKE’
Taşçier, bal kişand ser yekîtiya neteweyî jî û got, yekîtiya neteweyî di nava çand û ziman de pêk hatiye, lê di nav siyasetê de kêm e û got: "Li ser çar perçeyên Kurdistanê êrîş hene. Dema êrîşî aliyekî tê kirin, perçeyên din jî tesîrê jê digirin. He rçar perçeyên me li dijî êrîşan yekîtiyeke ava kiriye. Ev yek li Efrîn, li Rojavayê xuya bû." Taşçier, anî ziman ku yekîtiya di warê ziman de tesîrê li ser yekîtiya di warê siyasetê de jî dike. Herî dawî Taşçier, bang kir û got: "Bila her kes di mala xwe de bi kurdî biaxive. Bila herkes bi zimanê xwe xebatên xwe bike."
‘ARMANC LI HEMÛ QADAN SERWERIYA KURDÎ YE'
Zimanzan Zana Farqînî jî têkildarî armanca civînê destnîşan kir ku berî her tiştî dixwazin li dijî asîmîlasyonê hişyariyekê pêş bixin û kurdî di qadên jiyanê hemûyan de bibe serwer. Farqînî, bibîrxist ku yek ji armanca civînê; di pêşerojê de komxebateke berfirehtir pêk binîn e û got: “Di vê civînê de em 47 kesên ku ji nûner û berpirsyarên rêxistin û saziyên cuda pêk tên dê li hevdû kom bibin. Em dê li ser nexşerêya xebatên ziman û çandan niqaş bikin. Yek ji armanca civînê ji bona pêşerojê plan, proje û nexşerêya mawa kurt û mawa demdirêj diyar bikin û li gorî wê xebatan bimeşînin.”
Farqînî, rewşa heyî ya çand û ziman jî rexne kir û got: “Em niha nikarin bêjin, di aliyê çand û ziman de di rewşeke baş de ne. Kemasî pir in. Li ser me asîmîlasyonek tê meşandin. Ji bona tedbîra vê yekê jî divê em rêxistin, partî, sazî û dezgeh li hev du kom bibin û her kes ji bona vê yekê rol û erkekî bide ser xwe û li gorî wê plansazî û nexşerêyekê dînin pêşiya xwe. Berî her tiştî em kesên pêşengiya vê komê dikin û kesên nûnertiya rêxistin û dezgehan dikin, bi zimanê xwe nejîn û nedin jiyandin em ê têkevin di nav xetereyeke mezin de.”
Farqînî, bal kişand êrîşên li ser ziman û got: “Mesele feraseta tekperest û monoîst e. Hişmendiya yekperest naxwaze yên din bi ziman û çanda xwe bijîn. Êrîş ne tenê li ser ziman e, di heman demê de li ser çandê ye jî. Dema em li piratîka qeyûman dinerin, em neyartiyekê li dijî çand û zimanê kurdî dibînin. Di dema şaredariyên HDP’ê de ji bona ziman û çandê xebat dihatin kirin. Qursên ziman û muzîkê dihatin vekirin û gelek xizmetên din dihatin kirin. Çawa ku qeyûm hatin, gava wan ya ewil; dezgehên çand û ziman girtin. Ev jî nîşan dide ku hişmendiya dewletê nehatiye guhertin.”
‘ZIMAN NE TENÊ AYDÊ PARTIYEKÊ YE’
Farqînî, derbarê bandora ziman a li ser yekitiya neteweyî de jî axivî û got: “Ziman ne tenê aydê partiyekê, rêxistin û dezgehekê ye. Ziman aydê miletan e. Yê hemû partiya ne. Divê hemû partî li dora ziman bibin yek. Nasnameya me temsîl dike. Divê partiyen siyasî di warê ziman de bibin xwedî him prensîbên sereke. Em dixwazin bi vê xebatê hemû partî û rêxistinan li hev du kom bikin û ji derdê xwe re bibin dermanek.”
MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek