DERSIM - Rektora Zanîngeha Mûnzûrê Ûbeyde Îpek, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê.
Tê gotin, di tayînkirinên li Zanîngeha Mûnzûrê de 'nelirêtî' tên kirin. Li gor tê gotin, Rektor Ûbeyde Îpek, tayînkirinên ji bo kadroyên vala li gor pergala liyaqatê tev nagere û kesên nêzî xwe tayîn dike. Tê diyarkirin ku yek ji van tayînkirinên nelirê jî tayîna ji bo Sekreteriya Fakulteya Ragihanê ya Zanîngeha Mûnzûrê ye. Hat diyarkirin ku Rektor Îpek, ajovanê xwe yê meqamê Yûnûs Başarir daniye ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandê.
Başarir, di Tîrmeha 2018'an de ji Fakulteya Derve ya Zanîngeha Anadolûyê mezûn bûye û di meha Gulana 2018'an de jî tayînî Sekreteriya Fakulyeta Ragihandinê hatiye kirin.
MA / Semra Tûran