STENBOL - Hîndekara Beşa Hiqûqa Qanûna Bingehîn a Zanîngeha Bahçeşehîrê Doç. Dr. Dîdem Yilmaz, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got, Wezareta Karên Navxweyî erkên ku Qanûna Bingehîn dane destê wê bi awayekî kêfî bi kar tîne. Yilmaz, destnîşan kir ku wezaret bi vî awayî "sûc" dike.
Piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê 3 jê şaredariyên bajarê mezin, bi giştî qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP'î hatin kirin. Her wiha hevşaredarên 14 şaredariyan jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
‘BI KÊFÎ BI KAR TÎNE'
Hîndekara Beşa Hiqûqa Qanûna Bingehîn a Zanîngeha Bahçeşehîrê Doç. Dr. Dîdem Yilmaz, tayînkirina qeyûman nirxand.
Yilmaz, destnîşan kir ku Wezareta Karên Navxweyî erkên ku Qanûna Bingehîn dane destê wê bi awayekî kêfî bi kar tîne. Yilmaz, diyar kir ku erka wezaretê ya ku şaredaran ji peywirê bigire heye, lê belê gava şaredar ji peywirê bên girtin divê ji nav meclîsa şaredariyê kesek bi wekaletî li şûna wî/ê mêze bike.
Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo hevşaredarên HDP'î ji peywirê bên girtin, "sûc tên hilberandin" û got, a rast ê ku sûc dike Wezareta Karên Navxweyî bi xwe ye. Her wiha Yilmaz bal kişand ser Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (KHK) de ku di dema Rewşa Awarte de hatin derxistin.
Yilmaz, bilêv kir ku di sererastkirinên hatin kirin de tê gotin ku 'Heger têkiliya şaredar bi rêxistinê re hebe, wê ew şaredar ji peywirê bê girtin û kesekî din bê tayînkirin.' Yilmaz, anî ziman ku ev sererastkirin tenê de dema Rewşa Awarte de tê bikaranîn.
Yilmaz, diyar kir ku gava di serdemeke asayî de meqama şaredar vala bibe, wê çaxê ji nav meclîsa şaredariyê kesek din dibe şaredar û got, yanî navend bi tu awayî daxil nabe, meclîsa herêmî şaredarekî/e din hildibêjere.
Yilmaz, destnîşan kir ku her çi qas Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê hîn jî sererastkirinên wê serdemê wekî tiştekî asayî be tên bikaranîn û got: "A rast bêhiqûqîtiya sereke ev e."
Yilmaz, anî ziman ku qeyûmên tên tayînkirin heta bidawîbûna lêpirsînê li ser kar dimînin û got: "Dibe ku lêpirsîn mehekê jî bidome, sê salan jî bidome. A rast gava em lê dinerin bi sererastkirina Rewşa Awarte re, di serdema asayî de erka wesayetê tê bikaranîn. Ev erka wesayetê jî derî xweseriya îdarî ya rêveberiyên herêmî ye."
‘PÊDIVÎ BI QANÛNEKE BINGEHÎN A AZADIYAN DIHEWÎNE HEYE'
Yilmaz, destnîşan kir ku gava mirov tenê wekî malzemeyekê li hiqûqê mêze bike, hiqûqeke ku bi destê dewletê bi mueyîdeyan ve hatiye girêdan derdikeve holê û got, hiqûqeke ku xwe naspêre meşrûiyeteke demokratîk heye.
Yilmaz, got: "Gava em li sererastkirinên niha yên ji bo Qanûna Bingehîn dinerin, em dibînin ku mîmariyeke demokratîk nayê çêkirin. Heger îktîdara siyasî biguhere jî wê ên bên şûna wê jî bibin rêvebriyeke mokratîk. Yanî pêdivî bi qanûneke bingehîn ku qanûna hilbijartinê, qanûna partiyên siyasî, qanûna dadger û dozgeran hwd. dikin yek, vîna demokratîk, rûmet û cudahiyên mirovahiy esas digire heye."
MA / Erdogan Alayûmat