STENBOL – Katrîn Nîkolao, di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hedefgirtina xirîstiyanan nirxand û got: "Tê xwestin bi van êrîşan tevgereke koçberiyê ya nû bidin destpêkirin. Armanc, ji wir derxistina wan mirovan e."
Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelên ermenî û suryanî û kesên xirîstiyan û êzidî jî tên koçberkirin. Di êrîşên li ser Dirbêsiyê de deverên baweriyî hedef tên girtin û malên di navbera Dêra Asûrî û Mizgefta Mezin a Dirbesiyê de bi topan hedef hatin girtin. Her wiha gava rahibê Dêra Katolîk a Ermenî Hovsep Petoyan û bavê xwe Abraham ji Qamişloyê diçûn Dêra Zorê, hatibûn kuştin. Katrîn Nîkolao û Edîp Aslan nerazîbûnên xwe yên ji bo van êrîşan anîn ziman.
‘ARMANC KOÇBERÎ YE'
Nîkolao, ji bo kuştina rahib Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham got, provakasyon e û ev tişt lê zêde kirin: "Bi van êrîşan dixwazin li herêmê tevgere nû ya koçberiyê bidin destpêkirin. Armanc, koçberkirina mirovên li wir e. Di dîroka me de koçberî bûyereke êşbar e. Ez neviyên kesên bûyerên 1915'a me. Wê çaxê gelê me hat qirkirin û li çarhawirdorê cîhanê belav bûn. Herêma Anatolî û Mezopotamya tim û tim bi vê pêvajoyê re rû bi rû dimîne. Dawiya şer û koçberiyê nayê."
‘HERÊM TÊ DAGIRKIRIN'
Nîkolao, destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze li "herêma ewle" civakeke nû biafirîne û got: "Dixwazin ji Bakurê Sûriyeyê mirovên xirîstiyan koçber bikin û Tirkiye dixwaze ji xwe re cihekî nû peyda bike. Tenê ne ermenî, dixwazin gelên li wir hemûya derxînin û herêmê dagir bikin. Tirkiye, rêveberiya xweser a li Bakurê Sûriyeyê naxwaze, çimkî wekî talûkeyekê dibîne."
‘NIFÛSA ME YA LI HERÊMÊ KÊM BÛ'
Edîp Aslan ê suryanî jî anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn sed sal in bi şer re rû bi rû ne û got: "Li vê erdnîgariyê yek ji gelê herî qedîm suraynî ne. Di salên 80'yî li Mêrdînê hejmara 50 hezar, li Colemêrgê 13 hezar bûn, lê belê niha 2 hezar an jî 2 hezar û nîv mane. Li Rojavayê berî pevçûnan nêzî 500 hezar suryanî hebûn, lê niha 150 hezar mane. Çimkî ji xeynî revê alternatîfeke din li ber xwe nabînin. Mirovên me yên li Rojava piranî hay ji qirkirina 1915'an hene, loma doxwazin rojek berî rojekê ji wir birevin."
Aslan ku got "Hêza li pişt DAIŞ'ê kî ye, çi ye. Ji bo me a girîng ev e" diyar kir ku ew baş dizanin MSO kî ye û bi feraseta qirkirina 1915'an baş dizanin. Aslan, bilêv kir ku cîhan van êrîşan dibîne û divê rawestîne û got: "Li Sûriyeyê mirovên dîndar kuştin, ev sûcê nefretî ye. Êrîşa li ser sembolên dînan, tê wateya tunekirina gelekî. Hêzên demokratîk hemû divê bibin yek û divê pergala dîktatoriyê biguhere."