STENBOL - Pêşengê Nifşê 68'an Teslîm Tore ku li Ewropayê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Karacaahmet ku rêhevalê wî yê têkoşînê Sînan Cemgîl lê vaşertiye, hat veşartin.
Pêşengê Nifşê 68'an Teslîm Tore ku bi Denîz Gezmîş û hevalên wî re Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) damezrandibû û li Ewropayê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Uskudar a Stenbolê hat veşartin. Piştî ku vecîbeyên olî yên Tore, li Mala Cemê ya Karacaahmet Sûltanê hatin bicihanîn, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Karacaahmet ku rêhevalê wî yê têkoşînê Sînan Cemgîl lê vaşertiye, hat veşartin.
Malbat, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê ODP Alper Taş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîma cenezayê Tore bûn. Her wiha gelek komele û saziyan jî ji bo merasîma cenazeyê Tore tacegul şandin. Di merasîme de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de sozên xwedî derketina li têkoşîna Tore hatin dayîn.
Her wiha keça Tore, Mûazzez Tore jî di merasîmê de axaftinek kir û spasiya hemû beşdaran kirin.
Piştî axaftinan beşdaran cenazeyê Tore bi meşê birin Goristana Karacaahmetê. Di dema veşartinê de beşdaran dûrişmeyan berz kir û helbestên enternasyonal xwendin.