NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hatibû qetilkirin di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi çalakiyan hat bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat gotin dê têkoşîna nîvcomayî ya Elçî wê wek têkoşîna xwe dewam bikin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî 4 sal berê rojek wek îro dema li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûra Amedê ji bo parastina dîrokê daxuyanî dida hatibû kuştin. Bi minasebeta bîranîna Elçî li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û parêzer Elçî bibîr anîn.
STENBOL
Parêzeran li Stenbolê li ber Dadgeha Bakirkoyê bernameya bîranînê li dar xistin û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan û daxuyanî dan. Parêzeran bênavber dirûşmên “Em hemû Tahîr Elçî ne” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li ser navê saziyên beşdarvan parêzer Several Ballikaya daxuyanî da. Balikkaya anî ziman ku Tahîr Elçî beriya were qetilkirin rêya kuştina wî di Bakirkoyê de derbas bû û ji ber vê yekê li pêşiya Dadgeha Bakirkoyê kom bûne. Ballikaya got li gel hemû hewldan û lêgerînan jî kujerên Elçî nehatine dîtin û ev yek jî dide nîşandan ku daraz di nava helwestek çawa de ye.
Piştî daxuyaniyê hevpîşeyên Elçî qurnefil û wêneyên wî danîn pêş Dadgehê û bernameya xwe bi dawî kirin.
ÎZMÎR
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ku saziyên hiqûqê û maf jî di nav de jî bi boneya bîranîna Elçî li ber Baroya Îzmîrê daxuyanî dan û wêneyên Elçî hildan. Rêveberên HDP’ê û CHP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Cîgirê Serokê Baroya Îzmîrê Ozgur Yilmazer daxuyanî da û got ew ê di rêya Elçî de têkoşîna xwe bimeşînin.
MÊRSÎN
Baroya Mêrsînê jî bi boneya bîranîna Elçî li avahiya xwe daxuyanî da û Elçî bibîr anî. Seroka Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz daxuyanî da û got: “Elî tevahiya jiyana xwe li dijî binpêkirina mafan û faîlên ne diyar derket û têkoşiya. Têkoşîna Tahîr Elçî ya nîvcomayî, em wek têkoşîna xwe dewam bikin.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer jî li ber Dadgeha Mêrsînê Tahîr Elçî bibîr anîn û daxuyanî dan çapemeniyê.
ANTALYA
Şaxa ÎHD’ê ya Antalya û gelek parêzer bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li Meydana Tahîr Atallos daxuyanî dan çapemeniyê û Tahîr Elçî bibîr anîn.