NAVENDA NUÇEYAN - Di 27'ê Mijdarê de li 14 bajaran li dijî siyasetmedar, sendîkavan û parazvanên mafên mirovan operasyona ku navenda wê Enqere bû pêk hat. Di operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin. Şaxa ÎHD'ê, KESK û SES'ê Stenbol, Eneqe û Wanê daxuyanî dan û xwestin kesên hatine binçavkirin bi lez bên berdan.
Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, bi armanca kesên li Enqereyê hatin binçavkirin şermezar bike li Navenda Yekîtiya Mulkiyeyan a Enqereyê daxuyanî dan çameniyê. Li salonê pankarta “Azadiya Raman û îfadeyê nayê astengkirin" vekirin. Di civînê de Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Nivîskar Yazar Fikret Başkaya, Helbestvan Ahmet Tellî û Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevil Turgut, diyar kir ku der barê hinceta binçavkirinan de tu agahî nedane parêzeran. Turgut, diyar kir ku demek dirêj e mafê herî rewa û zagonî yên azadiya raman û îfadeyê hincet nîşan dide û dike sedema binçavkirin û girtinan.
450 HEZAR KES BI ŞERTÊKONTROLA EDLÎ TÊN DARIZANDIN
Turgut, da zanîn ku bi binçavkirin û girtinan armanc dikin ku di nava civakê de tirsê zêdebikin û wiha axivî: "Ev yek bi xwe re nediyariyê ava bike. Kesên tên berdan bi kontrola edlî tên berdan. Dîsa şertê îmze û qedexeya derketina dervê welat didin wan. Azadiya welatiyan bi sînor dikin. Niha li dora 450 hezar kes bi şertê kontrola edlî tên darizandin. Binçavkirina ji bo tirsandinê nayê qebûlkirin. Mafê azadiya raman û îfadeyê di peymanên navneteweyî de jî hatiye mîsogerkirin. Ev maf ne sûc e. Nabe sûc."
Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî axivî û got: “Bi binçavkirinan dixwazin me têk bibin. Ger ku îro em li vir in, ji ber ku em natirsin em li vir in. Dawiya vê rêyê ji bo wan ne pir dûr e. Ev welat teqez dê rojekê ji bo me tevan bibe welatekî jiyanê."
Nivîskar Fîkret Başkaya jî anî ziman ku rejîm êrîşek pir fireh pêş dixe û wiha got: "Ev êrîş û polîtîka ne tenê girêdayî Tirkiyeyê ye. Pergala Cîhana Kapitalist êdî potansiyela xwe xelas kir. Hilberîna xwe ya rewa winda kiriye. Ji ber vê yekê dixwaze bi tundî û amûrên terorê bi rêve bibe. Lê faşîzma neoliberal aliyekî wê yê cuda heye. Ev jî faşîzma neoliberal a îslamî ye."
STENBOL
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê jî li Şaxa 6'emîn a Zanîngehê ya Egitim Senê civîn li dar xist û bertek nîşanî binçavkirinan da. Platformê xwest dawî li zextên li ser sendîkaya wan bînin. Li ser navê Platformê Hevrokê Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Ferdane Çakir daxuyanî da. Çakir, anî ziman ku li Tirkiyeyê her roj endam û rêveberên saziyên ked û demokrasiyê, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî tên girtin û wiha got: "Bi taybetî li Enqereyê ev bêhiqûqî demek dirêj e didome. Operasyona duh li Enqereyê pêk hat nîşan dide ku îktîdar ji bo hebûna xwe berdewam bike polîtîkayên xwe yên faşizan dixe meriyetê. Çakir xwest hemû hevalên wan ên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
WAN
Li Wanê jî nûnerên ked û demokrasiyê li Şaxa SES'ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî binçavkirinan dan. Daxuyanî li Şaxa SES'ê dan. Hevserokê SES'ê ya Wanê Sezer Orenç, diyar kir ku der barê lêpirsînê de biryara veşartinê hatiye dayîn û der bare sedema binçavkirina hevalên xwe de nikarin bibin xwedî agahî. Orenç, anî ziman ku hikûmet ji bo îqtîdara xwe berdewam bike serî li rêbazên faşizan dide û van polîtîkayan rewa dike û wiha axivî: "Em carek din diyar dikin ku mafê civîn û xwepêşandanan mafekî rewa û zagonî ye. Bi binçavkirin, girtin û tundiyê nikarin me ji mafê ye mê demokratîk û civakî dûr bixin. Em dixwazin hevalên me yên hatine binçavkirin bi lez bên berdan."