ENQERE - Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî, di 95’emîn meha komkujiyê de daxuyanî da û got: “Roboskî ezmûan dewlet û desthilatdariyê ye.”
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî, di 95’emîn meha Komkujiya Roboskî de, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê daxuyanî da çepmeniyê. Endama Lijneya Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û got: “Berpirsên vê komkujiyê, yên ku ferman dan û yên ku mafê jiyanê ji holê rakirin, gelo çima neyin darizandin?”
‘HAFIZEYA HER CIVAKEKÊ HEYE’
Çevîrmen, diyar kir ku mafê jiyanê mafê herî bingehîne û wiha axivî: “Hem Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê û hem jî hevpeymana navneteweyî ev mafê jiyanê xistiye bin parastinê. Ger mafê jiyanê nebe, mirov nikare behsa mafek din bike. Dewlet jî berpirsê parastina mafê mirovane. Lê mixabitin li welatê me pergal wisan pêş nakeve. Sûcdar nayin ceza kirin, xebatkarên dewletê dibin faîl û berpirsiyar dernakevin pêşberî darazê. Lê bila neyê ji bîr kirin ku hafizeya her civakê heye.”
'RÊYA EDALETÊ DI ROBOSKÎ RÊ DERBAS DIBE’
Çevirmen, da zanîn ku heya ku edalet ji no Roboskî neyê, wê ji bo Tirkiyeyê jî, edalet neyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê axê, rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe. Li cihekê ku bêedaletî hebe, ji wê derê edalet pêş dikeve. Bila qatil bên dîtin û Rosokiyek din qet neyê jiyîn.”