Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn

  • rojane
  • 14:45 28 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê berê di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de bi meşeke girseyî ya heta ber Minareya Çar Ling hat bibîranîn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî di bîranînê de got: “Dixwazin mirina te wek mirinek tesadufî bi me bidin bawerkirin. Halbukî em dizanin, kujer di vê kuçeya kevir de dest û milê xwe dihejînin û diçin û tên."

Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî di 4’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bibîr anîn. Bi bi beşdariya serokên 25 baroyan û sedan parêzer li ber Dadgeha Amedê kom bûn û pişt re heta Minareya Çar Ling a Sûrê ku Elçî li berê hatibû qetilkirin meşiyan. Meş û daxuyanî di bin dorpêçkirina polîsan de pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz û Ebrû Gunay, Parlamenterê CHP’ê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Serokê baroyên bajarên herêmê û bajarên wek Bûrsa, Aydin Antalya jî amade bûn. Parêzeran di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan û bênavber dirûşmên “Tahîr Elçî bêmirin e” û “Tahîr li vir e kujer li ku ne?” berz kirin.
 
‘ÊDÎ BEHSA AŞTIYÊ JÎ NAYÊ KIRIN’
 
Girseyê deqîqeyek rêz girt û saet di 10.53’an de yanî di kêliya Elçî hat kuştin de daxuyaniya çapemeniyê dan. 
 
Piştî rêzgirtinê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û bi bîr xist ku Tahîr Elçî 4 sal berê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin. Aydin da zanîn ku ew ê Elçî bi dijderketina şer û aştîxwaziya wî bibîr bînin û li welat her ku diçe mafên mirovan ber bi nebaşiyê ve diçe û cînayetên faîlê nediyar bi hevkariya îdareyê û darazê tê niximandin û êdî behsa aştiyê ku xeyala Elçî bû jî nayê kirin. 
 
‘DIXWAZIN ŞER BIKIN PARIYA JIYANA ME’
 
Aydin anî ziman ku dixwazin şer di jiyana civakê de bicih bikin  û got: “Dildar Serok Tahîr Elçî dixwest ku şerê nav bajaran were rawestandin û bajar û dîrok neyê talankirin. Belê ev şer bi dawî bûn. Lê serokê hêja tu zanî niha şer li Efrîn Ezez, Kobanê, Cerablûs, Qamişlo, Girê Spî Serêkaniyê yanî li serxet û binxetê didome. Li Nisêbîn û Kaniya Xezalan însan hatin qetilkirin.” 
 
‘EM Ê VÊ DINYAYÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Aydin destnîşan kir ku herêma pevçûnê ya li Sûrê 4 sal in hêj girtî ye û wiha got: “Çand û dîrok dem û dûz kirin. Serokê hêja tu rehet rakeve. Em dizanin cihê ku tu çûyê ne bi tenê yî. Li gel te Apê Mûsa, Şevket Epozdemîr, Medet Serhat, Metîn Can, Yusuf Ekîncî û gelek kesên din hene. Lê ji bîr neke! Em hempîşeyê te û dostên te yên hêja li pey te têkoşîna te didomînin û em li ser rêya dimeşin. Te dît gotinek heye dibêjin ‘Wê kesên dilmezin vê dinyayê biguherînin.’ Bizanibe, me di vê mijarê de soz daye te, em ê vê dinyayê biguherînin. Em te carek din bi hezkirin, hurmetî û hesret bi bîr tînin.” 
 
‘DÎSA SAET 10.53 E’
 
Piştî Aydin, hevjîna Elçî, Turkan Elçî axivî û wiha got: “Em dîsa hatin ber deriyê Minareya Çar Ling. Dîsa navberek serê sibê û nîvro ye. Dîsa saet 10.53 e. Em hatin vir ku îbretiya hiqûqê û temenek kurt ê zêmarekî ji vê kolana kevir re bêjin. Dîsa di laşê me de birîn û kedera dil e. Di tariya şevê de bêhna mirinê tê. Piştî çûyîna te di dilê me de bajarek xerabeyî radikeve. Ji bo çi şiyar nabe. Kuçeya ku tu lê raketî şikestî ye û ji hevde ketî ne. Ku ez bêjim çûyîna te me bi tenê hişt lê wê her tişt kêm bimîne. Yê ku ji vê kuçeya teng kêm bû tu bûyî. Ya kû zêde bû mirin bû. Pişt re her tişt kêm bû. Mesele aramiya me, azadiy me, hêviyên me kêm bûn. Were me ji vê qelebalixiya bêdeng rizgar bike.
 
ME EDALETÊ NEANÎ VÊ KUÇEYÊ 
 
Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa meha Mijdarê ye. Dîsa payîz e. Kefa destê me vala ye. Dilê me li ser dilê me ye. Me edalet neanî vê kuçeyê. Edalet di bêkesiya şevê de ye. Tu çuyî ji malê û li mala me ji bilî êşê tiştek nîne. Şer hêsirên çavê me ziwa kir. Mirî di xîza deryayên çavê me de ma. Tu çûyî û mirinên bêwext zêde bûn. Em bi tenê man, were me rizgar ji vê neheqiyê. Te dilê xwe da destê xwe û hatibûyî vê kuçeyê. Tenê hatibûyî. Ji bo tu mirinan rawestînî lê mirin zêde bûn û tu bi ku ve çûyî.
 
HEVKARÊN KUJERAN IN 
 
Em hatin ber kevirên reş. Ji roniya xwe ber bi tariyê ve qîr bike. Ji me re behsa pîroziya jiyanê bike. Wek ku tu bi salan li dijî îşkence û neheqiyê derketî û xwedî li maf, hiqûq û fikirandina azadiyê derketî, dîsa qîr bike. Te ferqiyê nexist navbera dîn, ziman û nijada tu kesî. Te ji bo her kesî jiyanek wekhev û edalet dixwest. Rabe û carek din edaletê û hiqûqê nîşanî van kesên li kujeran nagerin û hevkariya kujeran dikin bide. 
 
DIXWAZIN BI ME BIDIN BAWERKIRIN 
 
Qîr bike di piştê de lêdana aştîxwazek namerdi ye. Belkî vê şeva bêsibeh biqede. Belkî zilm bêdeng bibe, xwîn bisekine, belkî çarenûsa me derkeve ser rastek xweştirîn. 
 
Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa elemek ku raketiye û ji erdê ranabe. Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesadufî ye. Lê em dizanin roj bi roj hikmê hiqûqê kêm dibe, ser maf tê girtin û kujer dest û milê xwe dihejînin û di kuçeya me ya kevir de dimeşin. Em ê heta dawiya emrê xwe werin vir.”
 
Piştî axaftinan girseyê qurnefilan danîn cihê Elçî lê ketibû û ber Minareyê û bernameya li vir bi dawî bû. Parêzer ji ber Minareya Çar Ling çûn serdana gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê. 
 

Sernavên din

30/11/2019
09:11 Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin
09:10 Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:09 Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2019'AN
08:14 Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin
29/11/2019
20:50 Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin
16:30 Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir
16:16 Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
16:04 Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn
15:48 Doza Ceren Damar taloq kirin: Divê bersûc ji 'Kuştina bi plan' bê cezakirin
15:27 Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de
14:52 Demîrtaş beraet kir
14:33 Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan
13:59 Li Wanê 5 ciwan hatin girtin
13:47 Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin
12:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:31 Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne
12:16 MYK’a HDP’ê civiya
11:36 Dema binçavkirina rojnamevan Altan 4 rojên din jî hat dirêjkirin
11:05 Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyê daxuyanî dan
10:35 Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin
10:34 Piştî hewla revandinê niha jî hat binçavkirin!
09:25 Destûr nedan Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçî
09:09 Farqînî: Partî bila li dora ziman bibin yek
Taşçier: Xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye
09:08 Rektor, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê
09:07 Doç. Dr. Yilmaz: Wezareta Karên Navxweyî sûc dike
09:07 ‘Armanca hedefgirtina xirîstiyanên li Sûriyeyê koçberî ye'
09:06 59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin
09:05 ‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike'
09:05 Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
28/11/2019
19:50 Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike
17:32 Rojnamevan Mehmet Oksuz hat berdan
17:11 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
16:49 Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan
16:49 Teslîm Tore ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
16:12 Elçî di salvegera 4’emîn de hat bibîranîn: Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin
15:46 Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
15:45 Bertek nîşanî binçavkirinê dan: Azadiya raman û îfadeyê nabe sûc
15:41 'Li ser vê axê rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe'
15:21 Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn
14:45 Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn
14:27 Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin
14:06 Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
13:48 3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn
13:46 Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin
13:30 Mesrûr Barzanî li Enqerê ye
12:49 Dozger xwest rojnamevan Sancili û Kizilkaya bên cezakirin
12:45 Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike
12:44 Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
12:44 Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundem’ê de mutalaa nehat dayîn
12:43 AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e
12:13 Hênceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û beşdariya çalakiyan
11:31 Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin
10:46 Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye
10:46 Danişîna doza Dundar ê piştgirî da Ozgur Gundemê hat dîtin
10:45 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:27 Dadgehê biryara Komîsyona OHAL'ê ya redê dijhiqûqi dît û karê wê paşve dayê
10:04 4 esker li Rihayê birîndar bûn
09:59 Tan: Mirov ji bo bi kurdî diaxivin tên kuştin
Onen: Ziman stûna bingehîn a neteweyan e
09:49 ‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye
09:27 11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin
09:27 Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e
09:26 Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin
09:25 Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
09:24 Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne
09:24 Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye
09:23 'Ji bo perwerdehiyeke demokratîk, xweser û zimanê zikmakî têkoşîna hevpar şert e'
09:22 Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma
09:22 Ji avakarên Esntîtuya Kurdî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêwendîdanîn şert e
09:21 Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN
27/11/2019
19:44 Xwendekara Zanîngeha Ege Dîlan dawî li jiyana xwe anî
18:41 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan hat berdan
17:21 Ekîncî yê 70 salî binçav kirin
16:18 Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê
16:00 Aydenîz: Gelê kurd wê çong daneyne
15:21 Dozger di doza Nisêbînê de cezayê muebbetê xwest
15:02 Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be
14:56 Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
14:34 Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanan dirêj kirin
14:27 Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
14:27 Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
14:17 Li Cizîrê di serdegirtinên malan de: Li Beytûr ê ev 4 salin girtiye geriyan
14:16 HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand
13:47 Doza Buyukada taloq kirin
13:47 Greva birçîbûna ya girtiyên li Osmaniyê û Mereşê dewam dike
13:33 Cihê gora Dr. Şivan pirsî
13:25 Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan
13:13 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:25 Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin
12:10 HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin
11:36 Dozger di doza Buyukada de ji bo 6 kesan ceza xwest
10:46 Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir
10:35 Hevoka 'Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' bû binasiya girtinê
10:21 Nameyên parlamenterên HDP'ê bûn fezleke
10:21 ‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin