STENBOL – Dozger xwest rojnamevan Kemal Sancili û Înan Kızilkaya bên cezakirin.
Danişîna doza xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Kemal Sancili û Midurê Karên Nivîsê yê rojnameyê Înan Kizilkaya li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Sancili û Kizilkaya bi angaşta sala 2016’an di 3 nûçeyên rojnameyê de hatine weşandin “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna nehemîn li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat. Sancili û Kizilkaya beşdar nebûn û parêzer Sercan Korkmaz di danişînê de amade bû.
Ji ber guhertina heyeta dadgehê zabitên berê hatin xwendin.
DOZGER XWEST ROJNAMEGER BÊN CEZAKIRIN
Pişt re dozger derbarê dosyeyê de mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger bi angaşta “Propaganda rêxistinê li ser hev kirine” xwest Sancili û Kizilkaya werin cezakirin.
Parêzer ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastina xwe bike dem xwest. Dadgehê daxwaza parêzer pejirand û danişînê taloqî 10’ê kanûna 2019’an kir.