STENBOL - Di doza Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de, ji ber ku dozger destûr girtibû mutalaa nehat xwendin.
14'emîn danişîna “Doza Sereke ya Ozgur Gundemê”ya Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin a darizandina 9 endamên Lîjneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskarên wê jî di nav de heyîn, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.
Rojnameger Înan Kizilkaya, nivîskar Ayşe Necmeiye Alpay, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Emîre Eren Keskîn û parêzer di danişînê de amede bûn.
DOZGER JI BO MUTALAAYÊ AMADE BIKE DEM XWEST
Di danişîna dest pê kir de, derket holê li şûna dozgerê dozê, kesek din cih girtiye. Piştî danasîna nasnameyan, dozger mafê axaftinê wergirt û got: “Dozgerê li dosyayê mêze dike, bi destûre. Ji ber vê ezê bi awayekê demkî li dosyayê mêze bikim. Ji bo ku mutalaaya xwe amede bike, dem xwest.”
KESKÎN TAHÎR ELÇÎ BI BÎR ANÎ
Dûre parêzer Emîre Eren Keskîn, ji şandeya dadgehê mafê axaftinê wergirt. Keskîn, berî dest bi axaftina xwe bike, bi boneya salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî.
Keskîn, di parastina kir de wiha got: “Ev 3 salin darizandin dewam dike. Di şert û mercên asayî de diviya bû, mutalaaya derbarê dosyeyê de bihata dayîn.
Lê ji ber guhertina dozger, dîsa biryar wê neyê dayîn. Ev rewş bandorê li ser mafê me yê darizandina adîlane dike. Ji ber vê em dixwazin danişîn taloqî demek nêz bê kirin.”
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê daxwaza ji bo dem a dozger qebûl kir û danişîn taloqî 13’yê Çileya 2020’an kir.