MÊRDÎN – Hat zanîn ku hevşaredarên Stewr, Şemrex û Dêrikê bi gilîkirina “şahidên nepen” û beşdariya hin çalakiyên ji bo greva birçîbûnê hatine lidarxistin kirine sedema girtina wan. Balkêş e “şahidek nepen” angaşt kiriye ku Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez bi çek tev li çalakiyek bûye.
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di 15’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi 3 rojan ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredan piştî 12 rojan birin Dadgeha Mêrdînê û di 26’ê Mijdarê de bi angaşta “endamên rêxistinê ne” ji aliyê dadger ve hatin girtin.
Hat zanîn ku hevşaredar bi hêncetên li ser gilîkirina “şahidên nepen” û li dar xistina çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine girtin
ENDAMTIYA KCD’Ê KIRIN SÛC
Dadgehê ji bo hevşaredar Gulîstan Oncu angaşt kir ku li ser daxwaza rêxistinê “banga” çalakiyan kiriye û “fermana” wan bicih aniye. Dadgehê gotinên Alev Topçuoglu û Taner Tataroglullari esas girtiye. Her wiha endamtiya Gulîstan Oncu ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek sûc dît. Dadgehê gotinên şahidê nepen ê bi navê "1KO3SOV0A8" kir hênceta girtinê.
ANGAŞT: HEVŞAREDAR ESMEZ BI ÇEK BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛYE
Sûcdarî ango hêncetên ji bo hevşaredar Gulîstan Oncu hat amadekirin heman sûcdarî li Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez jî hatin kirin û kir sedema girtinê. Şahidê nepen ê bi navê "1AN4K0AR2A" angaşt kiriye hevşaredar Esmez alîkarî daye rêxistinê. Şahidê nepen ê bi navê "T7AL5AIS" jî angaşt kiriye ku hevşaredar Esmez di 2015’an dema çalakiyên “xendek-barîkat” de bi çek di çalakiyan de cih girtiye û ji ber vê yekê wê kirine hevşaredar.
Heman hêncet û giliyên şahidên nepen kirin sedema girtina Hevaşredara Şemrexê Nalan Ozaydin jî.