STENBOL - 11'emîn danişîna doza Rojnameger Can Dundar ê tev li Nobeta Gerînendeyên Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûbû û doz lê hatibû vekirin, li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat.
11'emîn danişîna doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar ê tev li Nobeta Gerînendeyên Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûbû û doz lê hatibû vekirin, li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Dundar amade nebû, lê parêzerê Dundar Prz. Abbas Yalçin li salonê amade bû. Heyetê xwest xwest ji bo Dundar nivîsê ji dervê welat re bişînin û doz taloqî 21'ê Gulana 2020'an kirin.