AMED – 21'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê, biryara Komîsyona OHAL'ê ya vegera kar a Neval Seval Kaval Adsan red kiribû, li dijî hiqûqê dît û biryar da ku Adsan dîsa li kar vegere.
Xebatkara Şaredariya Peyasê Neval Seval Kaval Adsan, di 22'ê mijdara 2016'an de bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya hêjmar 677'an ji kar hat avêtin. Neval Seval Kaval Adsan ji bo mafê xwe bi dest bixe serî li Komîsyona OHAL'ê dabû. Lê Komîsyona OHAL'ê daxwaza vegera kar a Adsan red kiribû. Li ser vê yekê Adsan serî li 21'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da. Dadgehê piştî lêkolînê biryar da ku biryara Komîsyona OHAL'ê li dijî hiqûqê ye û biryar da ku Adsan dîsa li karê xwe vegere.
Parêzerê Adsan Osman Çelîk, diyar kir ku piştî helwdana 15'ê Tîrmehê hikûmetê biryara OHAL'ê stend û wiha got: "Piştî OHAL'ê, hemû welat bi awayeki awarte hat rêvebirin. Ji ber KHK'yan gelek mirov ji kar û barê xwe bûn. Kesên tu eleqeya wan bi FETO tune jî hatin îxrackirin û ji kar hatin avêtin. Kesên bi KHK'ê mexdûr bûn û serî li Komîsyona OHAL'ê ya Enqereyê dan, tenê ji sedî 1-2 kesan mafê xwe bi dest xist. Yên din serlêdanên wan hatin redkirin. Muvekîla min jî serî li Komîsyona OHAL'ê da û serlêdana wê hat redkirin. Bi hinceta “têkilî" heye serlêdana muwekila min red kirin. Muwekîla min personelê teknik ê şaredariyê ye. Tu têkiliya wê û xebatên siyasî bi hev tune ye. Li gel vê yekê daxwaza wê red kirin. Li ser vê yekê me serî li 21'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqeeyê da. Piştî 8-9 mehan, Dadgeha Îdarî daxwaza me nirxand û erênî bersîv da. Biryara Komîsyona OHAL'ê red û betal kir. Li ser biryara dadgehê me serî li Şaredariya Peyasê da û me xwest karê me paşve bidin me. Divê Şaredariya Peyasê di nava mehekê de karê muwekila me paşve bide wê. Ev biryara dadgehê hemû kesî eleqeder dike û biryarek mînake e. Ger ku muwekila min di nava 30 rojan de li karê xwe venegere û karê wê nedin wê em dê serî li hemû rêyên zagonî û hiqûqî bidin."
'DIVÊ HEMÛ KESÊN HATIN ÎXRACKIRIN LI KARÊ XWE VEGERIN'
Çelik, anî ziman ku ji ber bi hezaran kesên bi KHK'ê ji karê xwe hatine dûrxistin hene vê biryarê ew û muvekkîla wî tatmîn nekiriye û serlêdana gelek kesan ji aliyê Dadgeha Îdarî ve hatiye redkirin û wiha got: "Hikîmet darazê wekî ço xistiye destê xwe û bi vê yekê mirovan terbiye dike. Ev zilm e. Dive hemû kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin tev li karê xwe vegerin. Divê ji bo vê yekê jî karekî hiqûqî bê kirin. Ev biryara Dadgeha Îdarî biryarek yekem û emsal e. Biryara dadgehê daye biryarek bi tenduristî ye. Di pêvajoya ku baweriya her kesî ji edaletê nemaye, ev biryar hêviyê dide."