AMED – Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan têkildarî “Tora Ziman û Çandan” de diyar kir ku 45 kesên di desteya şewrê û sekretaryayê de wê hewl bidin di demeke nêzîk de komxebateke mezin li dar bixin. Nivîskar Fûat Onen jî destnîşan kir ku ger di mijara ziman de gavên welatperwerî bi hevre biavêjin dê bandoreke erênî li ser yekitiya neteweyî ava bike.
Di 23'ê Mijdarê de bi beşdarî û piştgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nerînên cuda li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çandan li dar xistin. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û komxebateka berfirehtir girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryaya ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin. 45 kesên ku daxuyanî radigihandin jî dê wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan xebatê bidomînin. Der barê “Tora Ziman û Çandan” de Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan û Nivîskar û Siyasetmedar Fûat Onen ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.
‘JI BO PARASTINA ZIMAN DÎSÎPLÎNEK LAZIM E’
Nivîskar û Siyasetmedar Fûat Onen diyar kir ku ji bo parastina ziman plansaziyek lazim e û wiha got: “Me di civîna ewil de niqaşên dê plansazî çawa be, mijara ziman çawa penase bikin, kirin. Ziman stunek esasî ya neteweyî ye. Parastina ziman parastina neteweyiye." Onen, bibîrxist ku dewletê sed sal in hewl dide ku rasteqîniya welat û miletê kurd ji holê rake û wiha domand: “Ji bo çi dijminatiya kurdî dikin? Ji bo ku hebûna miletê kurd ji holê rakin û Kurdistanê veguherîne û bikin wek herêmeke Tirkiyê, dijminatiya kurdî dikin. Ji ber wê jî ez bawerim divê ziman li ser axa Kurdistanê bê pênasekirin. Ev kar esas karêkî li dijî jenosîdê ye. Yanî ev sed sal e jenosîdeke domdar dimeşe. Dixwazin miletê me ji holê rakin. Ji bo wê jî divê em zimanê xwe li ser axa xwe û li ser rasteqiniya miletê xwe pênase bikin.”
‘MIJARA QEYÛMAN NE TENÊ MIJARA HDP’Ê YE’
Onen, destnîşan kir ku êrîşên qeyûman yên ser ziman hemû bi hev ve girêdayî ne wiha dirêjî da axaftian xwe: “Mijara qeyûma ne mijara HDP’ê ye. Armanc ewe ku dewlet dibêje em nahêlin hûn xwe di şaredariyekê de jî îdare bikin. Em doz dikin ku li welatê xwe xwe îdare bikin. Dewlet dibê 'Em nahêlin hûn xwe di şaredariyekê de jî îdare bikin. Em ê we îdare bikin'. Armanca qeyûman gelê Kurd e. Em jî dibêjin nexêr ev welatê me ye miletê me dê li ser vê axê xwe bi xwe îdare bike.”
‘ZIMAN YÊ HERKESÎ YE’
Onen, diyar kir ku fikir çiqas ji hev cuda bin jî ziman yê her kesî ye û wiha domand: “Ziman yê miletê Kurd e. Kîjan kurd ji kîjan partiyê be çi karî dike dewlemend be hejar be çibe ew dê bixwaze bi zimanê xwe bijî. Ger di mijara ziman de em bikarin gavên welatperwerî bi hevre biavêjin û yekitiyek û plansaziyek bê sazkirin wê bandoreke erênî ser yekitiya neteweyî jî bike.
‘EM DIXWAZIN ATOLYEYEK ÇÊBE JI BO ZIMAN WERE NIQAŞ KIRIN’
Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî da zanîn ku dê piştî civînê komxebateke berfirehtir pêk bînin û got: “Em dixwazin li wê derê kargeriyekê ava bikin û bi beşên cuda re meseleya çandê û zimanî niqaş bikin. Piştî van niqaşan em dê gorî wê raporek derkeve û li ser wê raporê neqşeyek derkeve. Ew jî em dixwazin hemû kes û saziyên têkildar beşdar bibin. Mesele em bêjin di warê perwerdehiyê de em çi bikin em bêjin di xebatên civakî de çibikin. Di nava civakê de çi xebatê bikin. Meselê saziyên pîşeyî, sendîka wê çi bikin. Li gorî wê em ê neqşeyekê derxînin.” Tan, destnîşan kir ku 45 kesên di desteya şewrê û sekretaryayê de wê hewl bidin di demeke nêzîk de kom xebateke mezin pêk bînin.
‘WÊ DI DU ASTA DE XEBAT BIMEŞÎNIN’
Tan, diyar kir ku serê pêşîn wê du asta de xebat bimeşînin û wiha got: “Muhatabên me pêşî gele. Civaka me bi xwe ye. Em civaka xwe di vî warî de hişyar bikin hişmendiyekî bidin civaka xwe ji bo ku zêdetir bikarin çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Xwedî li saziyên heyî derkeve û hêz bide.” Tan, destnîşan kir ku di nava saziya de kordînasyonek çêbe û ew xebatên tên kirin bi hevre bên kirin wê hevdû temam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne ku herkes di aliye xwe de bi serê xwe çêke. Dîsa sazî xebatên xwe bikin. Di navbera wan de kordînasyonek, ahengek hebe. Ji aliye din polîtîkayên pişaftinê re em ê çi bikin ew jî xebateke din ya cuda ye divê em bikin ji bo dengê gel bê bihîstin.”
‘WÊ RAPORA ÎHLALÊN MAFÊN ÇAND Û ZIMAN DERXÎNIN’
Tan, anî ziman ku serê pêşîn karibin mehane an sê mehane rapora îhlalên mafên çand û zimanî derxin û wiha berdewam kir: “Wê hem di raya giştî ya Tirkiyê re hem jî ya cîhanê re belav bikin. Mirov ji bo ku kurdî diaxivin tên kuştin, lêdanê dixwin, pirtûk tên girtin û qedexe kirin wekî rapor bên arşîvkirin û ji raya giştî re jî bên ragihandin. Em jî wek Tora Çand û Ziman di vî warî de wek muxatabekê bibînin. Ew êrîşên li ser çand û ziman wê bi awayekî li ser xwe bihesibînin û li gor wê helwestê bigirin.”
‘TORA ÇAND Û ZIMAN Û YEKITIYA NETEWÎ HEVDÛ TEMAM DIKIN’
Tan, herî dawî diyar kir ku Tora Ziman û Çandan û yekitiya netewî hevdû temam dikin û wiha got: “Wekî kurd ji bîr û baweriyên cuda li ser bingeha parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî em bicivin. Bi hevre bixebitin û xebata bi hevre bibin wê demê dê me di aliye siyasî de jî nêzîkî hev bike. Em ê bikarin bandorê li derdor û partiyên siyasî jî bikin ku cudatiyên xwe zêdetir aliyên xwe yên hevpar derxînin pêş û li ser bernameyeke ku azadiya gel û berjewendiyên gel esas digire were ba hev. Ev dê hesantir bike di warê yekitiya neteweyî de. Lê yekitiya netewî zêdetir karê siyasetê ye.”
MA - Fahrettîn Kiliç- Cahît Ozbek