EDENE - Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye. Girtiyan ji ber jimariya şipyakî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê, 4 girtiyan di 25'ê Mijdarê de ji ber ferzkirina jimariya şipyakî di terhê nîzama leşkerî de, dest bi greva birçîbûnê kirin. Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Tûgay Bek, di 26'ê Mijdarê de çû girtîgehê û hevdîtin bi girtiyan re çê kir. Bek, diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku ew van ferzkirina qebûl nakin û heta dev ji vê pêkanînê neyê berdan wê çalakiya wan dewam bike.
Bek, hişyar kir ku heger ev ferzkirin û pêkanîn dewam bike wê hejmara girtiyên dest bi greva birçîbûnê bikin zêde bibe. Bek, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û got: "Girtiyan got, jimariya şipyakî ya di nîzama leşkerî de li wan tê ferzkirin, lê têketin û derketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, kesên van ferzkirinan qebûl nakin tên derbkirin, rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan, kalorîfer bi awayekî rêk û pêk nayên pêxistin û ji ber vê ji wan gelek kes nexweş ketine."
Her wiha Bek, anî ziman ku hevdîtin bi îdareya girtîgehê re jî çê kiriye û îdare gotiye, jimariya şipyakî heye û ferman fermana dozgeriyê ye. Bek, got: "Girtî û hikumxwar jimariya şipyakî qebûl nakin. Li gelek girtîgehan ev pêkanînan, wek a vira nehişk e. Ji xwe gava girtî ji hêla karmendên înfazê xuya bikin jî jimarî pêkan e. Ev ferzkirin ne hiqûqî ye."
Bek, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û dawî li van pêkanînan bê.
MA / Hamdûllah Kesen