11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin

  • rojane
  • 09:27 28 Mijdar 2019
  • |
img

DÎLOK – Li Dîlokê mafê parastinê ya 11 parêzerên ku ketin îfadeya 54 siyasetmedarên li Dîlokê di 14'ê Mijdarê de hatin binçakirin, ji destê wan hat girtin. Derket holê ku 4 sal berê der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber lêpirsîna 4 sal berê niha mafê wan ê parastinê hatiye astengkirin. 

Li Dîlokê di 14'ê mijdarê de 54 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û ji wan 24 heb hatin girtin. Piştî 54 siyasetmedar hatin binçavkirin 11 parêzeren ku xwestin binçin di bin çavan de siyasetmedaran bibînin rastî astengiyê hatin. Der barê parêzeran de biryara “Sînorkirina parastinê" hat dayîn. Piştî parêzer rastî astengiya parastinê hatin fêr bûn ku der barê wan de 4 sal berê lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber vê lêpirsînê rastî astengiyê hatine. Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli, got: "Dosya lêpirsînê 4 salan dan dawestandin." Dadgehê der barê parêzer Alaattin Aslan, Berivan Ozpolat, Mehmet Alagoz, Mehmet Erdem, Hasan Onder Sulu, Adnan Erol, Yakup Koca, Mustafa Yalçin, Mustafa Hartavi, Mahmut Fermanoglu û Kahraman Çiçek û der barê Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) ya bi KHK'ê hat girtin, bi hinceta sucdariya “Endamtiyarêxistinê" der barê wan de biryara sînorkirina parastinê dan. Baroyê li dadgeha jor îtîraz kir û ev îtîraza baro hat redkirin. 
 
‘ÇIMA 4 SAL ŞÛNDE 
 
Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli diyar kir ku xebatên komeleya hatiye girtin hincet nîşan dan û der barê 11 parêzeran de biryara "Sînorkirina parastinê" dane û ev yek li dijî hiqûqê ye. Şarkli, anî ziman ku rexneya wan ewe ku lêpirsîn di sala 2016'an de hatiye vekirin û piştî 4 sal şûnde ev qedexe derdikeve pêşberî wan û wiha got: "4 sal di ser lêpirsînê re derbas bûn. Dozger an diviya bû doz vekiraya, an jî diviya bû dosya girtibûya. 4 salin çima heta niha hat rawestandin. Ev parêzer ofîsên wan li Dîlokê ne û her roj diçin edliyê, 4 sal in çima îfadeya wan nehat girtin. Ev li dijî pîvan û hiqûqa navneteweyî ye."  
 
DIXWAZIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN
 
Şarkli, anî ziman ku dema hemû sedema dixin ser hev rastî bêhiqûqiyê tên û wiha got: "Ger ku parêzer rastî vê bê hiqûqiyê bitin bêtir xerab e. Sibê ger ku DMME Tirkiye mahkum bike û tazmînatê veke, ev pere dê ji bêrika me tevan derkeve." 
 
LI DIJÎ PEYMANA MAFÊN MIROVAN E
 
Parêzer Berivan Ozpolat, a der barê wê de biryara sînorkirina parastinê hat dayîn jî wiha got: "Ev biryar li dijî Destûra Bingehîn, qanûn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, hiqûqa gerdûnî ye. Tu bingeha hiqûqî ya sînorkirina parastinê tune ye. Piştî ev biryar hat dayîn, em fêr bûn ku der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin. 4 sal berê dosya lêpirsînê hatiye vekirin. Em her roj li edliyê ne. Dikarîbûn bi hêzanî bang li me bikin û em biçin îfadeyê bidin. Lê piştî 4 sal şûnde vê dosyayê tînin pêş me. Dema em diçin muwekilê xwe bibînin dibêjin "Der barê we de biryara sînorkirina parastinê heye. Hûn nikarin parastina vê dosyayê bikin" Ev li dijî mafê wekheviyê ye." 
 
‘XWESTIN SER BÊHIQÛQIYÊ BIGIRIN
 
Ji Parêzerê mafê wî yê parastinê hatiye bisînorkirin  Mehmet Alagoz jî diyar kir ku piştî OHD di sala 2016'an de hat girtin der barê gelek endamên wan de lêpirsîn hat vekirin û wiha got: “Em di 14'ê Mijdarê de fer bûn ku der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin. Gelek muwekilên me yên vekâletnameya wan di destê me de polîsan bi ser malên wan de girtin. Dema em çûn malên wan, polîsan got hûn dikarin beşdar bibin. Diyar kirin ku der barê wan de biryara sînorkirina parastinê heye." 
 

Sernavên din

30/11/2019
09:11 Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin
09:10 Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:09 Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2019'AN
08:14 Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin
29/11/2019
20:50 Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin
16:30 Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir
16:16 Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
16:04 Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn
15:48 Doza Ceren Damar taloq kirin: Divê bersûc ji 'Kuştina bi plan' bê cezakirin
15:27 Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de
14:52 Demîrtaş beraet kir
14:33 Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan
13:59 Li Wanê 5 ciwan hatin girtin
13:47 Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin
12:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:31 Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne
12:16 MYK’a HDP’ê civiya
11:36 Dema binçavkirina rojnamevan Altan 4 rojên din jî hat dirêjkirin
11:05 Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyê daxuyanî dan
10:35 Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin
10:34 Piştî hewla revandinê niha jî hat binçavkirin!
09:25 Destûr nedan Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçî
09:09 Farqînî: Partî bila li dora ziman bibin yek
Taşçier: Xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye
09:08 Rektor, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê
09:07 Doç. Dr. Yilmaz: Wezareta Karên Navxweyî sûc dike
09:07 ‘Armanca hedefgirtina xirîstiyanên li Sûriyeyê koçberî ye'
09:06 59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin
09:05 ‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike'
09:05 Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
28/11/2019
19:50 Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike
17:32 Rojnamevan Mehmet Oksuz hat berdan
17:11 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
16:49 Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan
16:49 Teslîm Tore ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
16:12 Elçî di salvegera 4’emîn de hat bibîranîn: Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin
15:46 Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
15:45 Bertek nîşanî binçavkirinê dan: Azadiya raman û îfadeyê nabe sûc
15:41 'Li ser vê axê rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe'
15:21 Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn
14:45 Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn
14:27 Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin
14:06 Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
13:48 3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn
13:46 Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin
13:30 Mesrûr Barzanî li Enqerê ye
12:49 Dozger xwest rojnamevan Sancili û Kizilkaya bên cezakirin
12:45 Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike
12:44 Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
12:44 Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundem’ê de mutalaa nehat dayîn
12:43 AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e
12:13 Hênceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û beşdariya çalakiyan
11:31 Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin
10:46 Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye
10:46 Danişîna doza Dundar ê piştgirî da Ozgur Gundemê hat dîtin
10:45 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:27 Dadgehê biryara Komîsyona OHAL'ê ya redê dijhiqûqi dît û karê wê paşve dayê
10:04 4 esker li Rihayê birîndar bûn
09:59 Tan: Mirov ji bo bi kurdî diaxivin tên kuştin
Onen: Ziman stûna bingehîn a neteweyan e
09:49 ‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye
09:27 11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin
09:27 Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e
09:26 Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin
09:25 Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
09:24 Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne
09:24 Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye
09:23 'Ji bo perwerdehiyeke demokratîk, xweser û zimanê zikmakî têkoşîna hevpar şert e'
09:22 Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma
09:22 Ji avakarên Esntîtuya Kurdî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêwendîdanîn şert e
09:21 Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN
27/11/2019
19:44 Xwendekara Zanîngeha Ege Dîlan dawî li jiyana xwe anî
18:41 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan hat berdan
17:21 Ekîncî yê 70 salî binçav kirin
16:18 Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê
16:00 Aydenîz: Gelê kurd wê çong daneyne
15:21 Dozger di doza Nisêbînê de cezayê muebbetê xwest
15:02 Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be
14:56 Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
14:34 Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanan dirêj kirin
14:27 Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
14:27 Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
14:17 Li Cizîrê di serdegirtinên malan de: Li Beytûr ê ev 4 salin girtiye geriyan
14:16 HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand
13:47 Doza Buyukada taloq kirin
13:47 Greva birçîbûna ya girtiyên li Osmaniyê û Mereşê dewam dike
13:33 Cihê gora Dr. Şivan pirsî
13:25 Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan
13:13 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:25 Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin
12:10 HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin
11:36 Dozger di doza Buyukada de ji bo 6 kesan ceza xwest
10:46 Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir
10:35 Hevoka 'Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' bû binasiya girtinê
10:21 Nameyên parlamenterên HDP'ê bûn fezleke
10:21 ‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin