STENBOL – Wê ji partî û rêxistinên kurdan 70 kes di 5'ê Kanûnê de li Hewlêrê li hev kom bibin. Ji avakarên Enstîtuya Kurdî Şefîk Beyaz, bal kişand ser girîngiya vê civînê û got: "Ji bo yekîtiya neteweyî, divê haya sazî û dezgeh, hunermen û rewşenbîrên her çar perçeyan tim ji hev hebe."
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd ji bo yekîtiya neteweyî bang dikin. Li ser vê wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan di 5'ê Kanûnê de li paytexta Kurdistana Federe Hewlê li hev kom bibin. Ji avakarên Enstîtuya Kurdî Şefîk Beyaz, vê yekê nirxand.
Beyaz, destnîşan kir ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd refleks û nerazîbûnên nîşan didin û bal kişand ser hêla siyasî ya van nerazîbûnan û got: "Xwedî li Rojava û têkoşîna azadiyê ya gelê Rojavayê tê derketin. Komên kurd ên xwedî bîrdoziyên cuda ne jî dixwazin bibin dengê Rojava. Ev helwesteke erênî ye."
'DU HÊLÊN YEKÎTIYA SIYASÎ HENE'
Beyaz, diyar kir ku du hêlên yekîtîyê hene; siyasî û civaknasî û got: "Di rewşên awarte yên bi vî rengî de, hêla civaknasî derdikeve pêş û bi vê re hêla siyasî jî xwe dide der. Divê rewşa civaknasî jî veguhere hêla ya siyasî. Helbet wê devkî ev yek bê bilêvkirin. Wê pêwendî bên danîn, wê civîn bên çêkirin. Wê tevgera kurd, encamên erênî jê bigire. Tişta ewilî divê gelek derdor li dor yekîtiya neteweyî bên cem hev du û gavine berbiçav bavêjin."
Beyaz, destnîşan kir ku fikra ji bo yekîtiya neteweyî li cem kurdan û rewşenbîrên kurd bûye cihê hêviyên mezin û got, divê di warê siyasî de jî têkilî zêde bibin. Beyaz, bilêv kir ku hevparîbûna di warê fikrî de gavekî berbiçav e û got: "Divê tevî rewşenbîr û entelektuelan fealiyetên fikrî bên kirin. Divê pêvajo bê lezandin. Ev mumkun e."
Beyaz, bal kişand ser hevdîtinên ku dê di 5'ê Kanûnê de pêk bên jî û got, hemû qewimîn û geşedan tesîrê li gelê kurd dikin û got: "Hêviya me ji van hevdîtinan heye. Bawer dikim ku wê gavine berbiçav û pratîk rû bidin. Wê atmosfera pêwendîdanîna bi Başûrê Kurdistanê re, tesîrê li vira jî bike."
'DIVÊ SAZIYÊN KURDAN Û REWŞENBÎR PÊWENDIYÊ BI HEV RE DEYNIN'
Beyaz, anî ziman ku gava Serokê Enstîtuya Kurdî bû çend caran çûye Kurdistana Federe û got: "Pêwendî divê bi hêla siyasî re tenê neyê sînordarkirin. Di warê civakiyî de divê civak nêzî hev bibe. Wê refleksa civakê tesîrê li feraseta siyasî jî bike. Ji bo yekîtiya neteweyî, divê haya sazî û dezgeh, hunermen û rewşenbîrên her çar perçeyan tim ji hev hebe û pêwendiyê bi hev re deynin."
‘PÊŞÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ, PAŞÊ DEMOKRSÎ'
Beyaz, destnîşan kir ku ger gavên di vî warî de bi geşandên siyasî ve bên girêdan wê fikra yekîtiya neteweyî lawaz bibe û got: "Çi bê kirin, divê bi baldarî bê kirin. Niha şer heye, nexwe em yekîtiya xwe çê bikin, lê gava sibê şer biqede jî divê em nebêjin demokrasî û dev ji mafên xwe û fikra xwe bernedin."
Beyaz, ji bo fikra 'heta pirgirêka demokrasiyê hel nebe, wê pirsgirêka kurd hel nebe' rexne kir û got, meseleya kurd meseleyeke navneteweyî ye.
Beyaz, destnîşan kir ku heger di warê siyasî de yekîtiyeke çê bibe wê nîqaşên ji bo kongreya neteweyî jî dest pê bikin û got, bawer dike ku wê di rojên pêş de xebatên ji bo kongreya neteweyî jî dest pê bikin.
MA / Mehmet Halît Çetînbaş