* Li Erziromê dêra ermeniyan di nav molozên şaredariyê de ma.
* Wê ji partî û rêxistinên kurdan 70 kes di 5'ê Kanûnê de li Hewlêrê li hev kom bibin. Avakarê Enstîtuya Kurdî Şefîk Beyaz, bal kişand ser girîngiya vê civînê û got: "Ji bo yekîtiya neteweyî, divê haya sazî û dezgeh, hunermen û rewşenbîrên her çar perçeyan tim ji hev hebe."
* Ji 130 kaniyên li navçeya Sûrê Kaniya Anzele maye û ew jî di nav qirêjê de ye. Şêniyên taxê ku rewşa berê ya kaniyê bi bîr xistin û xemginiya xwe ji ber rewşa îro ya kaniyên anîn ziman ji bo kaniyê bang li rayedaran kirin.
* Xwendekarên Zanîngeha Wanê, anîn ziman ku piştî îxrackirinên hatin kirin, zanîngeh ji zanist û demokrasiyê bêpar hatine hiştin û gotin, ji bo zanîngehên demokratîk, xweser û perwerdehiya bi zimanê zikmakî bilindkirina têkoşîneke hevpar divê.
* Çalakiya karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kat hatin derxistin, 508 roj in didome.
* Aborîzan Îzettîn Onder, rewşa aboriyê şiband wesayîteke firênteqiyayî û got: "Pereyê ku pê deyn tên dayîn, tenê bi awayekî demborî aboriyê rihet dike, lê belê faîza wê welat dişêlîne."
* Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser partiyên ku dê Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan ava bikin û got, wê ev partî di nav AKP'ê de bibe sedema veqetîneke mezin. Her wiha Unsal, got: "Heger ev her du partî nebin cihê sînerjiyekê jî wisa xuyaye wê yekûna dengê her duyan ji sedî 10 be. Gava parlementer û hilbijêr vê yekê bibînin û bibînin AKP nabe îktîdar, wê dev ji AKP'ê berdin."
* Esnafên Pasaja Çarşiyê ya Mêrsînê, ji ber krîza aborî bê serfetih dikanên xwe digirin.
* Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, kuştina Tahir Elçî weke “Sûîkastekê” nirxand û got: “Veşartina vê sûîkatê bi hiqûqa Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Îro daraz li gorî siyasetê tevdigere. Di demek wiha de ne pêkane ku hin tişt derbikevin holê û bên ronîkirin.”
* Li Dîlokê mafê parastinê ya 11 parêzerên ku ketin îfadeya 54 siyasetmedarên li Dîlokê di 14'ê Mijdarê de hatin binçakirin, ji destê wan hat girtin. Derket holê ku 4 sal berê der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber lêpirsîna 4 sal berê niha mafê wan ê parastinê hatiye astengkirin.
* Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye. Girtiyan ji ber jimariya şipyakî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
* Danişîna doza cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bidome. (09.00)
* 11'emîn danişîna doza Rojnameger Can Dundar ê tev li Nobeta Gerînendeyên Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûbû û doz lê hatibû vekirin dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.05)
* Danişîna doza "Parêzeran a KCK'ê" ku ji 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah pêk tê, dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* 9'emîn danişîna doza Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin Kemal Sancili û Midûrê Karên Nivîsan ê berê Înan Kizilkaya ku di sala 2016'an de doz li wan hatibû vekirin, dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.20)
* 13'emîn danişîna doza 9 xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatiye girtin, dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Danişîna doza endamê OHD û endamê Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHP) Can Tombul, dê li 35’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Komîsyona Amadekariya Bajarê Enqerdeyê ya HDP'ê, dê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Çankaya civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
*Baroya Amedê û gelek baroyen din dê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê 4 sal berê li Navçeya Sûrê hat kuştin bibîr bînin. (10.15-13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê têkildarî binçavkirinên dawî li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Yek ji pêşengê nifşê 68'an Teslîm Tore, dê li Goristana Karacaahmet a Stenbolê bi merasimekê bê definkirin. (13.30)
* Danişîna doza rojnameger Azîz Oruç, Selman Keleş, Ozgur Paksoy, Kenan Kirkaya, Îshak Yasul û Ersin Çaksu yên ji ber nûçeyên wan di Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de hatiye çapkirin, dê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê dîtin. (13.40)