MÛŞ - Nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan piştî 3 salan hat berdan.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ku di 17'ê Cotmeha 2016'an de li Mûşê hatibû girtin, hat berdan.
Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan di 25'ê Çileyê de 8 sal û 3 meh ceza li Sayilgan birîbû. Dadgeha Îstinafê ya Erziromê jî cezayê li Sayilgan hatibû birîn xera kir. Li ser vê biryarê Sayilgan hat berdan.