AMED – Polîsan li navçeya Rezan a Amedê bi ser mala kalê 70 salî Abdulkadir Ekîncî de girtin û li malê binçav kirin. Ekîncî piştî binçav kirin birin midûriyeta polîsan. Polîsan serê sibê bi balyozan derî şikandin û ketin mala kurê Metin Ekincî. Polîsan piştî ketin malê li mala Ekîncî lêgerîn kirin. Polîsan rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatibûn girtin hincet nîşan dan û lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê Abdulkadir Ekincî bi hinceta der barê wî de 10 roj berê biryara ifadeya wî heye birin Midûriyeta Polîasn a Amedê.