AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz di vekirina avahiya HDP’ê ya navçeya Peyasê de axivî û got: “Ev sedsal e gelê kurd li dijî zext û zorê çong daneniye û bi dehên salan e têkoşîna gelê kurd a azadiyê bênavber didome.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Peyasa Amedê bi boneya derbasî avahiya xwe ya nû bû şahiyek li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêrê Amed û navçeyên wê yên navendî, endamên MEBYA-DER, TUAY-DER, aktivîstên TJA’yê , Dayikên Aştiyê û welatî beşdar bûn. Şahî bi vekirina avahiyê dest pê kir. Qurdeleya avahiyê ji aliyê hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Uyanik Alokmen û Zeyat Ceylan û Hevseroka HDP’ê ya Peyasê Besîle Narîn ve hat birîn.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Destpêkê Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Uyanik Alokmen axivî û got: “Di serî da roja vejînê ya gelê kurd pîroz be. Em ê li dijî zilm û zordariyê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin.”
‘GELÊ KURD SEDSALE ÇOK DANENIYE’
Pişt re Parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku ev sedsal e gelê kurd çong daneniye û wiha got: “Ev çil sale jî têkoşîna xwe bênavber berdewam dike. Bila bizanibin ku gelê kurd ji bona vîna xwe, pêşeroja xwe, têkoşîna xwe ew ê rêxistinkirina xwe berdewam bike. Em îro hem avahiya partiya xwe hem jî vêjîna gelê kurd pîroz dikin. Li dijî gelê kurd li çar parçeyan êriş didomin. Lê ev sedsal in gelê me bi van êrişan rû bi rû ye. Sedsal e li berxwedaye ji niha şûn ve jî wê li ber xwe bide.”
Piştî axaftinan paste hat birîn. Dûre hunermendên Mala Hûnerê ya Laleş stran gotin û govend hat gerandin û şahî bi dawî bû.